Li Meletiyê pevçûna malbatan: Kesek hat kuştin

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna du malbatan de kesek hat kuştin.

Li gorî zanyariyan li navçeya Çirmikê ya Meletiyê di navbera welatiyê bi navê D.P (68) û Saîd Kazan (49) de nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du welatiyên ku berê di navbera malbatên wan de dijminatî hebû, bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de Saîd Kazan bi giranî birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan ya Meletiyê.

Saîd Kazan tevî hemû hewldanên bijîşkî jî canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê piştî bûyerê D.P desteser kiriye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, êrişên bi çekan û kêran zêde bûne

Li gorî rapora Weqfa Umutê, di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrişên çekdarî hatine kirin û hezar û 200 kes hatine kuştin.

Li herêmên cendirmeyan bûyerên asayîşê jî sedî 10 zêde bûne.

Herwiha li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê di nav salekê de 280 hezar ruxsetên çekan hatine dayîn.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî dibêje, sala 2022an 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst