Ava Gola Wanê vekişiya: Cihekî niştecîbûnê hat keşifkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ava Gola Wanê vekişiya di navbera navçeyên Xelat û Tetwanê yên Bêdlîsê de cihekî niştecîbûnê hat keşifkirin.
Hişkesaliya salên dawiyê bandoreke neyînî li gol û çavkaniyên avê yên Bakurê Kurdistanê kiriye.
Ava golan kêm dibe û rûbera wan sal bi sal tengtir dibe.
Li Bakurê Kurdistanê, dîroka ku bi bilindbûna asta avê re binav bibû û bi salan hatibû jibîrkirin, niha ji ber hişkesalî û ziwabûnê careke din derdikeve ser rûyê erdê.
Dinyaya ku di bin Gola Wanê de veşartî ye, ji ber hişkesaliyê û vedikişîna avê hêdî hêdî derdikeve holê.
Di navbera navçeyên Xelat û Tetwanê ava golê vekişiya û cihekî niştecîbûnê hat dîtin ku heta niha di binê avê de wenda bû.
Goristaneke ku sembola xaçê li ser kêlên wê ye hate dîtin û dîtina wan şûnwarên dîrokî, kelecana dîroknas û şûnwarnasan zêde kir.
"Goristan heye û li ser goran sembola xaçê heye"
Serokê Komeleya Deryayê ya Rojhilatê ya Bêdlîsê Cumali Birol got:
“Me di navbera navçeyên Xelat û Tetwanê de qadeke mezin keşif kir. Goristan heye û li ser goran sembola xaçê heye. Bi awayekî balkêş di nav goran de kevirekî Qay heye.”
Li Gola Arînê ya li gundê Arînê yê Xelatê ku ji ber hişkesaliyê nîve nîv biçûk bûye û niha pez diçêre.
"Hema bêje nivê golê ziwa bûye"
Serokê Zanîngeha Bêdlîsê Prof. Dr. Necmettin Elmastaş jî got:
“Di çend salên dawî de di encama hişkesaliyê de av vekişiya ye û hema bêje nivê golê ziwa bûye û ev pêvajo didome.
Çavkaniya sereke ya Gola Wanê û golên li herêmê berf û baran e. Di demên dawî de em dibînin ku şilî kêm bûye.”
Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê herî zêde bandor li herêma Gola Wanê kiriye.
Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, sala 2022yan nexşeyek belav kir.
Li gorî vê nexşeyê, herêmên rojavayê Gola Wanê di "qadên hişkesaliya tund ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê" de cih digrin.