Li Erziromê bûyera trafîkê: Birayek mir û yek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla ku du bira tê de bûn ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de birayekî canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû.

Şevê din, derengê şevê li nêzîkî Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê otomobîleke ku du bira tê de bûn ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de Kadir Îpçiyê 24 salî ku şofêrî dikir li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Birayê din ê bi navê Abdulkadir Îpçî yê 22 salî jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Abdulkadir Îpçî bi ambûlansê bir Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê.