Li Mêrdînê keriyekî ava bigubre vexwar: 110 mih û bizin mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê keriyê şivanekî bi jehrê ket û 110 mih û bizin mirar bûn.

Li gorî zanyariyan doh li gundê Bîrtawayê yê navçeya Artuklûyê keriyê şivanekî kete nav zeviyekî garisan.

Keriye pez li wir ava ku gubre û madeyên kîmyewî tevlî bûbûn vexwar.

Xwediyê zeviyê ew made û gubre ji bo ku berhemên xwe derman bike danîbûne wir.

Piştî demekê ji 180 ajelên kerî bi wê avê jehrî ketin û 110 mih û bizin ji wan mirar bûn.

Şivanê ku bi derfetên xwe tenê 70 ser ajel rizgar kirine, tîmên rêveberiya tendirustiyê ya bajêr û cenderme ji rewşê agahdar kiriye.

Piştî pişkinînan diyar bûye ku ew ajel ji ber ava bi gubre mirar bûne.

Tîman li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.