Li Bakurê Kurdistanê germahî digihe 44 pileyan

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Germahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Bakurê Kurdistanê germahî zêde dibe û îro digihe 44 pileyan.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê pileya germê li gorî demsalê di navbera 6-10 pileyan de bilindtir e.

Îro li parêzgehên Riha, Amed û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê pileya germê 44 e û heta çarşemê digihe 45 pileyan.

Li bajarên Serhedê yên wekî Wan û Erzeromê jî pileya germê heta 31-33 pileyan dadikeve.

Roja 16ê Tebaxê pileya germê li Riha û Amedê 44, li Êlih, Semsûr û Dîlokê 43, li Sêrtê 42, li Meletiyê 40, li Mêrdînê 39, li Erzeromê 33 û li Qersê jî 32 pile ye.

Heman rojê, li Wana ku bajarê herî hênik ê bajarê Bakurê Kurdistanê ye germahî 31 pile ye.

Li tevahiya Bakurê Kurdistanê pileya germê heta çarşemê 1-2 pileyan bilind dibe.

Ji aliyê din ve, li beşa Ewropayê ya Stenbolê û li hinek bajarên Herêma Marmarayê îro baran dibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst