Çiyayên Bakurê Kurdistanê dişewitin: Li Çewlîg û Sêrtê agir bi daristanê ket

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Sêrt Çewlîg Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Çewlîg û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket.

Li gundê Madaranê yê navçeya Hewêlê ya Sêrtê duh ber bi êvarî ve agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkuj û Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr çûn cihê şewatê.

Ji ber ku agir bi bandora ba belav bû, ji bo vemirandinê ji parêzgehên Amed, Êlih û Şirnexê jî alîkarî hat xwestin.

Li Çewlîgê jî agir bi daristanê ket

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê jî agir bi daristanê ket û ji asîman û bejahiyê ve hewl tê dayîn ku were vemirandin.

Li devera gundê Serviyê ji ber sedemeke nediyar, agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirina xelkê gund, ekîbên Rêveberiya Karûbarên Daristanan a Çewlîgê û tîmên agirkuj çûn cihê bûyerê.

Hin saziyên civaka sivîl û welatî jî piştiriyê didin xebatên vemirandina agir.

Bi bandora ba her ku diçe agir belav dibe û xebatên vemirandinê berdewam dikin.

Agirê li Meletiyê hat kontrolkirin

Ji aliyê din ve, şewata ku li devera çiyayî ya li navçeya Hekîmxanê ya Meletiyê derketibû, hat kontrolkirin.

Li Gundê Merzumeyê yê ku baxçeyên qeyisiyan lê hene, ji ber sedemeke nediyar agir derket.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, Arguwan û Hekîmxanê û Rêveberiya Herêmê ya Daristanan çûn cihê şewatê û wan agir vemirand.

Herwiha li herêmê xebatên sarkirina agir berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst