Ji Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê peyama spasiyê

15-08-2022
RÛDAW
Nîşan Ako Mihemed Tora Medyayî ya Rûdawê Hacî Mihemed Elî Gerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Muhammed spasiya her kesê ku ji ber wefata bavê wî ji malbata wî re sersaxî xwest, kir.

Roja 6ê Tebaxê Hacî Mihemed Elî Mihemed Gerdî, kesayetê navdar ê navçeya Soranê û bavê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, di temenê 92 saliyê de koça dawî kir.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê di peyamekê de spasiya hemû wan alî û kesayetan kir ku ji ber wefata bavê wî sersaxî ji wî û malbata wî re xwestine û hevxemiya xwe nîşan dane.

Ako Mihemed di peyama xwe de dibêje, “Li ser navê xwe û malbata mala Melayê Gerdiyan, spasiya birêz Serok Barzanî dikin. Herwiha spasiya birêz Berhem Salih Serokkomarê Iraqê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û birêz Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr dikin.”

Mihemed herwiha spasiya kesayet û rayedarên aliyên siyasî û nûnertiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê jî kiriye û wiha gotiye:

“Spas bo Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birêz Bafil Celal Talebanî, Sekreterê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Fazil Mîranî, Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birêz Kosret Resûl Elî, endamên polîtboru û serkirdatî û berpirsên şaxên PDKê, endamên polîtboru û serkirdatiya YNKê, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê birêz Selahedîn Behaedîn, Rêkxerê Tevgera Goranê birêz Omer Seyid Elî, Serokê Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê birêz Elî Bapîr, birêz Çiya Newşîrwan Mistefa, Sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê birêz Mihemed Hacî Mehûd, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê birêz Xefûr Mexmûrî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Bêt Nehrêyn birêz Romiyo Hekarî.

Em spasî û pêzanînên xwe arasteyî wan birêzan jî dikin: Kesayetên malbata Barzan, Wezîrê Derve yê Iraqê birêz Dr. Fuad Husên, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Ceifer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mistefa Seyid Qadir, Sekretera Parlamentoya Kurdistanê birêz Muna Qehweçî, wezîrên birêz ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, parêzgarên birêz ên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û serokên îdareya serbixwe ya Soranê û berprisên hikûmetê.

Spas bo Berpirsê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistanê birêz Xalîd Ezîzî, Sekreterê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê birêz Mustafa Ozçelîk û Komeleya Zehmetkêşên Şoreşger ên Kurdistanê.

Spas bo Konsulê Çînê, Konsulê Tirkiyê, Konsulê Îranê, Konsulê Koreya Başûr û Konsulê Urdinê.

Herwiha spas bo beşdariya fermandarên pêşmerge, berpirsên asayiş û polîs, komele û rêxistinên rewşenbîrî û pîşeyî û gelêrî. Spas bo mamosteyên olî û rojnamevan, rewşenbîr, hunermend û hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê û xizm û ew welatiyên li ser medyayên civakî hevxemiya xwe derbirîn, herwiha yek yek ji kesên ku li bajarokê Diyana yê ser bi Soranê û gundê Bîska yê qezaya Rûbarûkê beşdarî şîna Hacî Mihemed Elî Mihemed Gerdî kirin. Beşdariya we tevan bi peyamên sersaxiyê, telefon û beşdariya rasterast dilê me aram kir û înşala xwedayê mezin ji we re û ji bavê me re xêr nivîsandiye.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst