Koçberî li ber keça Rojavayê Kurdistanê nebû asteng ku di zanîngehê de bibe yekem

15-08-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Lava Faris Rojavayê Kurdistanê Koçberî Zanîngeh Serkeftin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2012an ve li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ye, tevî hemû astengiyan di beşa Endezyariya Mekanîk û Wize ya Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê de wek yekem derçû.

Lava Faris keçeke serkeftî ya ji bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2012an ve li Hewlêra paytexta Herêma kurdistanê dimîne.

Lava Faris pola 12an li Hewlêrê xwend û piştre li beşa Endezyariya Mekanîk û Wize ya Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê hate qebûlkirin û her çar salan jî bû yekema beşa xwe.

Lava Faris ji Rûdawê re axivî û got "Yekem nehînî ji serkeftina min re ew e ku heza min ji beşa min re hebû. Duyem tişt rêkxistina deme û sêyem tişt ew bû ku min bi berdewamî guh dida xwendina xwe."

Lava xwendina xwe bi serkeftî qedand û xatirê xwe ji zanîngeha xwe ya ku 4 sal ji xweşî û nexweşiyên wê hembêz kirî dixwaze.

Herwiha Faris dibêje, penaberî û rewşa wan a aborî ya xirab nebûn rêgir li ber serkeftina wê.

Lava Faris anî ziman "Bi rastî gelek astengî li pêşiya min derketin, bo nimûne, ji ber rewşa aborî ya xirab ez neçar bûm ku li gel xwendina xwe kar jî bikim. Niha dixwazim master û doktora temam bikim, lê ez nikarim ji ber ku pêwîstiya malbata min bi min heye, lewma dixwazim ku damezrandin hebe da ez bikarim hem di beşa xwe de kar bikim û hem jî xwendina xwe berdewam bikim."

Li gori serokê beşa wê, Lava yek ji baştirîn xwendekarên wê beşê bû ku bi mandîbûn ev serkeftin bi dest xistiye.

Serokê Beşa Endezyariya Mekanîk û Wize ya Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê Dr.Ehmed Edhem got "Spas ji Xweda re ku li dawiyê Lava yekem bû li ser beşa xwe. Bi rastî beşa me, beşeke zehmet e, bi taybet ji bo keçan, lewma gaveke mezin e ku Lava bide pêşiya kuran û bibe yekema beşê."

Di nava malê xwe de, Lava her çar salên xwe bi serkeftiyane derbas kir. Niha li benda derfetekê ye ku bibe alîkar li gel, da bikaribe master û piştre doktora jî temam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst