Galeriya wêneyan

15-08-2022
12 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Hewlêrê ji bo heştemîn salvegera Komkujiya gundê Koço ya li dijî Kurdên Êzidî pêşangeheke wêneyan hat vekirin.

Di pêşangehê de zêdetirî 30 wêne û hin hûrmûr û kincên Komkujiya Kurdên Êzidî hatin pêşkêşkirin.

Beşek ji wan wêneyan kuştina jin û zarokên Kurd ji aliyê çekdarên DAIŞê ve nîşan didin û di hin wêneyan de jî reva welatiyên Kurdên Êzidî û belgeyên bi wêne yên firotina keçên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine nîşandan.

Gundê Koço bi qasî 18 kîlometreyan dikeve başûrê Şingalê, berî 8 salan çekdarên DAIŞê gundî komkujî kirin.

Her wiha salvegera du teqînên mezin ên li nahyeya Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir ku di 14ê Tebaxa 2007an de, du barhilgir ji aliyê hejmarek çekdar ve hatin teqandin û di encamê de zêdetirî 300 Kurdan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 700 kesan jî birîndar bûn.