Li Wanê 2 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

15-08-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Qaçaxçitiya Koçberan Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi tohmeta ku karê qaçaxçîtiya koçberan dikin 7 kes hatin desteser kirin û du ji wan bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Wanê hatin girtin.

Navenda Ewlekariyê ya Wanê eşkere kir ku hêzên wan di pênc operasyonên cuda de ku ji 8ê Tebaxê ve dabûn destpêkirin, 7 kes bi tohmeta ku qaçaxçîtiyê bi koçberan dikin, bi rêyên ne yasayî mirovan ji welatên cîran derbasî nav Tirkiyê dikin û ji wir jî derbasî welatên Ewropayê dikin desteser kirine.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê du kesan ji wan tohmetbaran de biryara girtinê daye û 5ê kesên din jî bi mercê kontrola edlî hatine berdan.

Rojane li sinorê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bûyerên desteserkirina koçberan û kesên qeçaxiyê bi koçberan dikin çê dibin. Bi taybet jî piştî desthilata Efxanistanê ket destê Talibanê pêleke koçberiyê ya zêde ji wî welatî destpê kir û gelek ji wan hewl didin di ser Tirkiyê re xwe bighînin Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst