Hewlêr (Rûdaw) - Parvekirin Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku tê de heqaretê li Şêx Seîd kir, rastî bertekeke mezin hat. Kurdan li ser Twitterê berteke tund nîşanî Ozdag dan.
Di bersiva parêzer Sitki Zîlan ê ku li ser medyaya civakî li ser posta Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag şîrove kir, Ozdag heqaretê li Şêx Seîd kir. Gelek bikarhênerên Twitterê ji ber ku Ozdag heqaretê li Şêx Seîd kir, bertekên tund nîşan dan. Bikarhêneran li ser medya civakî hashtagên #SeyhSaidonurumuzdur (#şêxseîdrûmetameye), #şeyhsaidhalktır (#şêxseîdgele) vekirin, gellek bikarhêner wekk bertek di wêneyê profîlên xwe wêneyê Şêx Seîd bikaranîn.
Ozdag nexşeya bajarên Tirkiyeyê yên ku Sûriyeyî lê dijîn li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û got “Eger hûn van 2 nexşeyan bi baldarî lêkolîn bikin, hûnê bibînin ku Tirkiye bûye Filistîn. Filistîniyan bi gotina 'tiştek nabe' erdê xwe firotibûn. Li Tirkiyê heman pêvajo dijî. Partiya Zafer partiya ku li dijî filistînîbûna Tirkiyê li ber xwe dide. Dê serkeftin bibe ya Gelê Tirk.”
Bu 2 haritayı dikkatle incelerseniz Türkiye’nin Filistinleştiğini görürsünüz. Filistinliler “Bir şey olmaz” diyerek topraklarını satmışlardı. Türkiye’de benzer bir süreci yaşıyor. Zafer Partisi Türkiye’nin Filistinleşmesine direnen partidir.Zafer Türk Milleti’nin olacak pic.twitter.com/V4iVqAefMv
— Ümit Özdağ (@umitozdag) August 14, 2022
Li ser vê parvekirina Ozdag parêzer Sitki Zîlan jî bi vî rengî şîrove kir “Cihû li Filistînê xwedî maf bûn. Pêxember Mûsa bi fermana Xweda zarokên Îsraîlî ji Misrê wergirt bir Filistînê, beriya wê Pêxember Îbrahîm li wir bicih bûbû. Kurd û Ereb jî li Tirkiyê xwedî maf in, li cihê beredayî xwe ne westîne; yan li cihê xwe bêdeng rûnê, yan here Japonyayê!. Bila rojhilatê Feratê ji me Kurdan re be, rojavayê wê jî bibe sê par; Tirk, Ereb û Kurd bi hev re bijîn. Me wê roje biryar da; Em wek kurd bi firehiya 100 km erd li ser xeta Diyarbekir-Edeneyê bistînin, divê em xwe bigihînin deryayê. Jixwe ji niha ve Mêrsîn ne bajarê Kurd û Ereban e?”
Yahudiler Filistin'de hak sahibiydi; Allah'ın emri ile Hz Musa İsrailoğullarının Mısır'dan aldı Filistin'e götürdü, daha önce Hz İbrahim oraya yerleşmişti.
— Sıdkı Zilan (@sidkizilan) August 14, 2022
Kürtler ve Araplar da Türkiye'de hak sahibi, boşuna kendini yorma; ya sakin otur, ya da Japonya'ya git! https://t.co/lSq7zSnxwV
Li ser şîroveya Sitki Zîlan heqaretê li Şêx Seîd kir û got “Kalê min ê rehmetî Lîwa Mikaîl, kûçikê Şêx Seîd ê ku vê digot bir Amedê. Ocalan ê ku herî dawî got, li Îmraliyê diçêre.”
Bunu söyleyen Şeyh Sait itini rahmetli dedem Binbaşı Mikail asılmak üzere Diyarbakır’a götürmüştü. Son söyleyen Öcalan’da İmralı’da otluyor. https://t.co/t8240UDU26
— Ümit Özdağ (@umitozdag) August 14, 2022
Ji siyasetmedaran heta rojnamegeran gelek bikarhênerên Twitterê yên kurd bertek nîşanî Ozdag ê ku heqaret li nirxên Kurdan dike, dan û xwestin ku hesabê wî bê ragihandin û der barê wî de serlêdana sûcê bê kirin. Bikarhêneran li ser medya civakî hashtagên #SeyhSaidonurumuzdur (#şêxseîdrûmetameye), #şeyhsaidhalktır (#şêxseîdgele) vekirin û wêneyên Şêx Seîd parvekirin.
Komeleya Şêx Seîd li ser hesabê xwe yê twitter bi awayekî tund bertek nîşanî Ozdag da û tê de ragihand “Kesê ku daxuyand ku ew kurê koçberê bervale Mikaîl û Mûzeferê darbekar e ku zimandirêjiyê li Şêx Seîd Efendî kiriye, Şêx Seîd rûmeta gelekî ye. Em wî navî di devê te yê bi gilêz de nadin çûtin, hoşt wir de here bervale Umît Ozdag.”
Şeyh Said efendi'ye dil uzatan zavallı göçmen mikail'in ve darbeci müzaffer'in çocuğu olduğunu beyan eden zevat şeyh said bir halkın onurudur senin o salyalı ağzına o ismi çiğnetmeyiz hoşt ordan zavallı ümit özdağ#SeyhSaidonurumuzdur #şeyhsaidhalktır pic.twitter.com/amKa4zS3xP
— Komeleya Şêyh Said (@seyhsaiddernegi) August 15, 2022
Mehmet Kasim Firat nêviyê Şêx Seîd jî bi vî rengî bertek nîşan da “Behr bi devê kûçikan naherime. Kesên ku zimandirêjiyê û heqaretê li Şêx Seîd Efendî dikin, divê bizanibin em qet ji zalimên zordar û hevkarên wan netirsiyan, serî netewand. Şêx Seîd Efendî rûmeta gelê Kurd û bawermendan e. Ez bawer im ku ew ê bersiva pêwîst bidin faşîstên dijûnker.”
Behr bi devê kûçik naherime.
— Mehmet Kasım Fırat (@mkasimfirat) August 14, 2022
Şeyh Said Efendiye dil uzatan hakaret edenler bilsinler ki biz ceberut zalimlere ve onun yardakçılarına hiç perva etmedik, boyun eğmedik. Şeyh Said Ef. Kürt halkı ve inananların onurudur, eminim ki küfürbaz faşistlere gereken cevabı vereceklerdir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse