PAK li ser tifaqa bi HDPê re: Navnîşana çareseriya Pirsa Kurd ne parlamento ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistafa Ozçelik diyar kir ku ew ji bo diyalogê bi hemû partiyan re vekirî ne lê ji HDPê derbarê tifaqa beriya hilbijartinên 2018an de li benda zelalkirinekê ne. Ozçelîk her wiha got, “Navnîşana çareseriya Pirsa Kurd ne Parlamentoya Tirkiyê ye.”

Hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibin, partî xwe amade dikin ku li ser vê mijarê gavan bavêjin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ku di 7ê Tebaxê de beşdarî mîtînga partiya xwe ya Amedê bû û serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PIA), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya (KKP), Partiya Azadî û Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) bibû.

Sancar diyar kir ku ew dixwazin tifaqa xwe ya bi partiyên Kurdistanî re berfireh bikin û anî ziman, “Em plan dikin ku di meha Îlonê de encamên xebatên bi partiyên Kurdistanî re bi raya giştî re parve bikin.”

Piştî van daxuyaniyan Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusredîn Macîn ji Rûdawê re axivî û got, “Em dixwazin bi hemûyan re hevdîtinê bikin, çi PSK, çi PAK, çi TEVGER û çi HAK-PAR.”

‘HDPê deklerasyon ku bi me re çêkir tune hesiband’

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistafa Ozçelik beşdarî bultena demjimêr 15.00 ya ku Hêvîdar Zana di Rûdaw TV de pêşkêş dike bû û mijara tifaqa bi HDPê û partiyên din ên Kurdistanî re nirxand.

Ozçelîk bi bîr xist ku beriya hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an wan bi Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Tevgera Azadî, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiyê (PDK-T) re li ser tifaqê li hev kiribûn û got, “Me di hilbijartina 2018an de bi hinek partiyên Kurdistanî re, me teklîf ji HDPê re biribû ku em li ser hinek prensîban tifaqa hilbijartinan bikin, wan xwe wek partiya Tirkiyeyî didîtin, me got ne pirsgirêk e. Me li ser 6 xalan li hev kir, lê piştre HDPê made û hevdîtinên bi me re tune hesibandin, deklerasyonê tune hesibandin. Ji ber vê yekê me ev diyalog rawestand.”

Ozçelîk diyar kir ku rayedarên HDPê ev rewş weke lihevnekirina li ser hejmara parlamenteran nîşan didin û anî ziman, “Bi rastî şerm e. Tevî ku daxwazên me di deklerasyonê de cih negirtin jî, 2 roj beriya hilbijartinê hatin cem me û gotin, 'di deklerasyonê de pirsgirêk derketiye daxwazên we neketinê, rewşeke wisa bûye, navan bidin me em ê têxin lîsteyê'. Me ev yek red kir û got, 'me ev helwest ji bo parlamenteriyê negirt'. Me got, 'em nûnerên miletê Kurd in, heger daxwazên miletê Kurd di deklerasyonê de cih bigire, em dikarin tifaqekê bikin. HDPê mesele berovajî kir, hem îzahat nedan hem jî gotin ji ber hejmara parlamenteran e.”

Mistafa Ozçelik her wiha got, “Îro em vekirî dibêjin, HDPê heta îro ne ji me re ne jî ji raya giştî ya Kurdistanê re ti îzahat nedaye. Tu deklerasyonekê îmze dikî, 10-12 rojan bi hinek partiyan re dicivî û dema ku dê ji raya giştî re were eşkerekirin tu guh nadî wan. Ev helwesteke ne rast e.”

Ozçelîk li ser pirsa çima HDPê paşde gav avêt jî wiha got, “Beriya ku HDP vê tifaqê betal bike, Mustafa Karasu di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de gotarek nivîsand û got ku HDP nikare bi partiyên Kurdî re tifaqê bike. Helbet hin tişt qewimîn, em nikarin vê yekê bi spekulasyonê şîrove bikin. Ji bo exlaqê siyasî, diyalog û baweriyê be jî, divê HDP vê rewşê ji raya giştî re û ji 5 partiyên din ên ku hevdîtin pêk anîne, PAK jî di nav de rave bike.”

“Navnîşana çareseriyê ne parlamentoya ku zimanê Kurdî qedexe dike ye”

Ozçelîk, diyar kir ku Partiya Komarî ya Gel (CHP) û hin partiyan gotine 'Em ê Pirsa Kurd li parlamentoyê çareser bikin' anî ziman, “Dibêjin cihê ku Pirsa Kurd lê were çareserkirin parlamento ye. Li ti devera cîhanê pirsgirêkên wek Kurd û Kurdistanê bi dengdana li parlamentoyê bi erê yan nayê çareser nebûne. Nûnerên gel di bin çavdêriya dewletên muxatab û dewletên din de rûdinin û ji bo çareseriya pirsgirêkê nexşerêyekê diyar dikin. Mesela Kurd û Kurdistanê jî wisa ye. Cihê çareseriyê ne Parlamentoya Tirkiyê ye. Çareserî bi nûnerên gelê Kurd û dewletê re, di bin çavdêriya dewletên cîhanê de li ser maseyê dibe.”

Ozçelîk bal kişand ser wê yekê ku di Parlamentoya Tirkiyê de Kurdî wek zimanê nayê naskirin tê tomarkirin û dema bi Kurdî diaxivî mîkrofonan digirin û got, “Ma ne şerm e ku mirov cihekî wiha wekî navnîşana çareseriya Pirsa Kurd nîşan bide. Çi CHP be, çi HDP be, parastina vê, heqaret e li miletê Kurd. Hûn nahêlin kes bi Kurdî biaxive lê hûn dibêjin ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim. Sonda parlementoyê jî bi serê xwe sosretek e. Parlamenterên Kurd jî bi sondxwarina ‘ez Tirk im, ez ê xizmeta Tirkan bikim’ dibin parlamenter.”

‘Divê em ji gelê xwe re alternatîfan ava bikin’

Serokê Giştî yê PAKê Ozçelîk bal kişand ser wê yekê ku divê partiyên Kurdistanî bi siyaset û parlamentoyê Pirsa Kurd di rojevê de bigirin û milet bê alternatîf nehêlin, “Divê em ji bo gelê xwe alternatîfan ava bikin. Tifaqên Milet û Cumhur dibêjin yek milet. Îro kîjan partî hebûna Kurdan, nasnameya wan, perwerdehiya bi zimanê Kurdî nas bike, qedexeya li ser partiyên Kurd û navê Kurdistanê rake, soza îmzekirina peymanên navneteweyî bide, bêje ku em ê hemû girtiyan azad bikin, diyar bike ku dê azadiyan nas bike û diyar bike ku ew ê di Destûra Bingehîn a Tirkiyê de binivîse, em wek Partiya Azadiya Kurdistanê amade ne bi wan re diyalogê bikin. Divê Kurd îro li ser vê yekê bisekinin.

“Em dîsa jî wek spî û reş li meseleyê nanêrin. Em dibêjin di hilbijartinan de em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Parlamento pêvajoyeke dirêj e û ev yek dikare bibe têkoşînek ji bo rakirina neheqiyên ku me behs kirin. Hilbijartin dikare bibe wesîleya bilindkirina doza gel.Heger di hilbijartinê da parlamenterî bê bidestxistin, sond nexwarin jî alternatîfeke. An jî hinek dikarin nexwînin, hinek jî bixwînin û daxwazên miletê kurd li parlamnetoyê jî bînin ziman.Em li gorî şerdan dikarin hemû alternatîfan bicîh bînin." 

Ozçelîk da zanîn ku ew wek PAK, HDP jî di nav de bi hemû partiyan re amade ne diyalogê bikin û got, “Lê belê tifaqa hilbijartinê mijareke siyasî ye, li ser prensîban tê avakirin. Ji bo hilbijartinan alternatîfên cuda li pêşiya me hene. Yek ji van jî ew e ku bi hinek partiyên Kurdistanî û berbijêrên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin. Vebijêrkek din jî hevpeymaniya bi aliyên ku daxwaz û prensîbên me yên qebûl dikin re ye. Eger daxwazên gelê me neyên qebûlkirin, bijardeya din jî boykotkirina hilbijartinan e.”