DIBEYT – Xebat, bandor û rola ENKSê çi bûye?

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmna Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku 26ê Cotmeha 2011yan, li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin, niha li ser lidarxsitina çaremîn kongreya xwe kar dike.

Li gorî zanyariyên bidest, ENKSê tevahiya amadekariyên kongreyê kirine û biryar hatiye dayin ku kongre li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.

Ji bo beşdarbûna di kongereyê de, nûnerên encûmenên xwecihî û kesayetiyên serbixwe jî hatine hilbijartin. Niha 16 partiyên siyasî û Encûmena Êzdiyan, û kesên serbixwe endamên ENKSê ne.

Bi gotina berpirsên ENKSê ji sedî 51 kes ji beşdarên kongreyê kesên serbixwe ne. 49 beşdar jî, nûnerên partiyên siyasî ne. Kesên serbixwe, bi rêya encûmenên xwecihî hatine hilbijartin, ew jî 18 encûmen in.

Di dibeyteke taybet a bi pêşkeşvaniya Dilbixwîn Dara de, Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî, parêzer û kesayetê naskirî li Efrînê Murad Ednan û çalakvan Şepal Îbrahîm kar û xebat û rola ENSKê nirxandin.

“Divê karê ENKS ne tenê di destê çend kesan de be”

Di destpêkê de Kawa Ezîzî da zanîn ku wan biryar daye heta dawiya vê mehê, çaremîn kongreya ENKSê li bajarê Qamişlo saz bikin û got: “ENKS li Rojavayê Kurdistanê gelek zehmetiyan dibîne. Bareke giran li ser pişta ENKSê heye û xelkê hêviyên xwe jê hene û pêwîst ku di nav ENKSê de gelek çaksazî bêne kirin. Divê biryarên ENKSê ne tenê di destên çend kesan de be, divê kar bêne dabeşkirin. Xala duyem jî divê hinek sazî bêne avakirin û girîngî bi wan saziyan bê dayîn.”

Bi gotina Kawa Ezîzî ti ofîseke ENKS a li Rojavayê Kurdistanê nemaya 2-3 caran nehatibe şewitandin û ew dîsa niha hêdî hêdî rêkxistibûna xwe li bajarên Rojavayê Kurdistanê berfireh dikin.

Kawa Ezîzî diyar kir ku rewşa jiyanê niha li Rojavayê Kurdistanê gelek xirab be û li ba gelek kesan fikra koçberbûnê heye, lê divê ew rewş were guhertin.

“ENKSê xelkê Efrînê piştguh xistiye”

Parêzer û kesayetê naskirî li Efrînê Murad Ednan amaje bi wê yekê kir ku gelek kêmasiyên ENKSê hene û amaje bi wê yekê kir ku xelkê Efrînê di nav ENKSê hat hate piştguhxistin û got: “Derbarê Efrînê de tiştek di bernameya ENSKê de nîne. Di nav lijineyên ENKSê de kesek ji Efrînê nîne. Di demekê de ku ENKS amadekariya kongreya xwe dike û diçe ligel Serok Barzanî bi şêwire kesek Efrînî di nav de nîne.”

Murad Ednan anî ziman ku divê ENKS ofîsên xwe li Efrînê veke û berevaniya li hemberî binpêkariyên li dijî xelkê Efrînê de bike û ji îtilafa Sûriyê daxwaza mafê xelkê wî bajarî bike.

Ednan tekez kir ku divê projeyeke ENKSê di Îtîlafê de hebe, eger ti projeya wê nebe ti girîngiya wê ya di nav îtilafê de jî nîne û got: “Li Efrînê binpêkariyeke nemaya nehatibe kirin, divê hêdek ji wan re bê danîn. Eger ENSK di nav îtilafê de dimîne divê bi şert û mercên xwe bimîne. Bibêje ez di nav îtilafê de me û nûnerê min di nav lijneya destûrê de hebe û bibêje ez serkevtî me, na ew serneketiye. Eger bandor û gotina ENKSê di nav îtilafê de nebe, jê vekişe baştir e.”

“Rola ciwanan di ENKSê de tune ye”

Çalakvanê siyasî Şepal Îbrahîm ku ji studioya Rûdawê ya li Almanyayê beşdarî dibeytê bû, bal kişand li ser nemana ciwan di nav ENKSê de û tekez kir ku niha ti rola ciwanan di ENKSê de nîne.

Şepal Îbrahîm got: “ENKSê tenê di rawestandina karê ciwanan de serkeftî bû. Gelek belge li cem min hene ENKS çawa rê li ber xwepêşandan û çalakiyên ciwanan girtine. Ji ber ku ENKSê di nav xwe de ti guhertin çênekirine, ti hêviyên min jî jê nemane. Ciwanan dît ku di nav partiyên siyasî de lawaziyeke heye û destê xwe dan hev û daketin kolanan, lê rojeke nebûn alternatîv ji partiyên Kurd re.”

“Pêwîst nake ENKS di nav Îtîlafê de bimîne”

Li ser mayîn an nemana ENSKê di nav îtilafa Sûriyê de jî Îbrahîm got: “Ti pêwistiya ENKSê nîne di nav îtilafa de bimîne. Ti roleke wê li Efrînê nîne. Di nav îtilafê de encûmena herî bihêz ev Encûmena Kurdî ye, yên din piranî kesayetî û mezinên eşîran in, lê dîsa jî ti roleke ENKSê nîne. ENKSê heta niha jî ti rêyeke dîplomasî ligel welatekê venekiriye û nekariya ji bo Kurdan piştgiriyê werbigire. Heta niha ti nêrîneke zelal a encûmenê nebûye û nezaniye pêşengiya Kurdan bike.”