Bi 2 mûşekan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku bi 2 mûşekan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya Başîqayê hat kirin. Dije Terora Kurdistanê ragihand, “Yek ji wan mûşekan li nav baregeha leşkerî ketiye xwarê.”

Îro Duşemê 15ê Tebaxa 2022an di demjimêr 13:50an de bi du mûşekan êrişî baregeha leşkerî ya Zêlkan a girêdayî navçeya Başîqayê ku girêdayî parêzgeha Neynewayê hate kirin. Di wê baregehê de leşkerên Tirkiyê dimînin. Dije Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji wan mûşekan li nav baregeha leşkerî û ya din jî li nêzîkî gundê Gudadê ketiye xwarê.

Li gor Dije Terora Kurdistanê, ew mûşek ji nêzîkî taxa Gogcelî ya Mûsilê hatine avêtin.

Baregeha leşkerî ya Tirkiyê di sala 2015an de li navçeya Zêlkanê hatiye avakirin û heta niha çend caran rastî êrîşên mûşekî hatiye.