Karkerên şaredariya Amedê daxwaza zêdekirina mûçe dikin

15-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên şaredariya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê daxwaz dikin ku li beramber zêde mûçeyê wan were zêdekirin.

Endamên Şaxa 2 ya Sendîkaya Giştî ya Karkeran (DISK) xwestin li ber avahiya şaredariya Amedê daxuyaniyekê bidin. Lê polîsan nehişt ku li ber deriyê avahiyê daxuyaniyê bidin. Lewra li kêleka avahiya şaredariyê daxuyaniya xwe dan.

Serokê Şaxa 2 ya Sendîkaya Giştî ya Karkeran Hasan Hayri Eroglu daxuyanî xwend û got: "3 hezar û 600 karkerên şaredariyê daxwaza zêdekirina mûçe dikin."

Hasan Hayri Eroglu herwiha bal kişand ser wê yekê ku li beramber enflasyona heyî xercî gelekî zêde ne û mûçeyê wan têra tiştekî nake û wiha pê de çû: "Ji ber nirxê kelûpelan li gor berê sê qat zêde bûye. Tenê zêdekirina mûçeyê kêmane têra xerciyên me nake. Divê şaredarî yekser mûçeyê karkerên xwe zêde bike. Ji ber ev karkerên şaredariyê dixwazin pereyê nan bibin nav zarokên xwe. Harwiha ew daxwaz dikin kirêya çûn û hatinê jî were rakirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst