Deriyê Îbrahîm Xelîl zêdetirî 4 hezar ton kelûpel ji nav birin

15-08-2022
RÛDAW
Deriyê Îbrahîm Xelîl zêdetirî 4 hezar ton kelûpel ji nav birin
Deriyê Îbrahîm Xelîl zêdetirî 4 hezar ton kelûpel ji nav birin
Nîşan Deriyê Îbrahîm Xelîl Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl ê Herêma Kurdistanê ku dikeve navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê ragihand, di nava du mehan de zêdetirî 4 hezar ton kelûpelên curbicur vegerandine Tirkiyê yan jî ji nav birine.

Berdevkê Deriyê Îbrahîm Xelîl, Kamî Kemal îro Duşemê 15 Tebaxa 2022an bi daxuyaniyekê ragihand, ji 1ê Hezîrana îsal heta 31ê Tîrmehê, 4 hezar û 142 ton û 707 kîlo kelûpel, di dema pişkinînan de ji ber çend sedeman nehatine qebûlkirin û beşek ji wan kelûpelan hatine vegerandin û beşek jî hatine jinavbirin.

Kamî Kemal diyar kir, ew kelûpelên ku hatine vegerandin an jî jinavbirin, ne tenê yên welatekî ne; lewma dema ku kelûpelek di pişkinînê de neyê qebûlkirin, ew vedigerînin Tirkiyê û piştre jî xwediyên wan kelûpelan pê re mijûl dibin.

Kamî Kemal her wiha destnîşan kir, ew kelûpelên ku têne vegerandin û jinavbirin, tenê ne ew in ku dema bikaranîna wan bi ser ketibe û kevn bûbin, hinek kelûpel ji ber sedemên cuda jî hatine jinavbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst