Artêşa Tirkiyê gundê Bêne yê Şêrawa topbaran kir

15-08-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Efrîn Şêrawa Gundê Benê Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Bêne yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecehî, îro 15ê Tebaxê, hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Bêne yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê topbaran kirine.

Heman çavkanî dibêjin, heta demjmêr 8:00 topbaran berdewam bûye û nêzîkî 20 guletop li wî gundi ketine, lê heta niha zerar û ziyan nayên zanîn.

Ev di demekê de ye ku doh 14ê Tebaxê jî, hêzên Tirkiye gundên Ebboş, Şêx Elî, Xeracne, Derdare û Enîq el-Hewa li gundewarên Til Temir û Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdisdtanê topobaran kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst