Ji PDK bo hemû partiyên Kurdistanî: Hincetan nedin tu dewletî ku sînorên Kurdistanê derbas bike
Hewlêr (Rûdaw) - Di daxuyaniya 75 mîn salvegera damezrandina xwe de, PDK tekez dike ku di derbarê berjewendiyên bilind ên gelê Kurd û parastina statuya Herêma Kurdistanê de ti tawîz nayê dayîn û dibêje: “Tevî hevsoziya me bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkan bi rêya diyalogê, me daxwaz ji tevahiya aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê kiriye ku rêz li serweriya Herêma Kurdistanê, pabendiyên wê yên navdewletî û yasayên wê bigirin û hincetan nedin tu dewletekî ku sînorên Herêma Kurdistana Iraqê derbas bike û zirarê bigihîne statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xelkê wê.”
Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 75emîn salvegera damezrandina xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî tekez dike ku PDK li dora ramana geş a rêberê netewî Mele Mistefa Barzanî û komek ji dilsozên gelê Kurd hatiye damezrandin û dibêje, PDK bû destpêka nemana wê bêhêvîtiya piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, Kurdistan li xwe girtibû.
Hat diyarkirin ku bi damezrandina PDKê, hêz, pêkhateyên siyasî, çandî û civakî li dora ruhê demokrasî, tolerans û jiyana hevbeş a kom bûne.
Di daxuyaniyê de tê gotin:
“Partiya Demokrat a Kurdistanê rêbazên bingehîn ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji nû ve pênase kir, di hişmendiya neteweyî û niştimanî de qonaxek cûda derbas bû û nêrîneke nû li Kurdistanê derket holê. Zemîneke wisa saz kir ku ji hinavên cudahiyên îdeolojîk, neteweyî û olî yên xelkê Kurdistanê, îradeyeke niştimanî ya wiha çê bibe ku her hemwelatiyekî Kurdistanê di çarçoveya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de, hest bi hebûn û rûmet û doza xwe ya neteweyî û niştimanî bike.
Partiya Demokrata Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe ve, yekrêzî û yekrêziya gelê Kurdistanê weke çeka herî bihêz pejirandiye û aştî û diyalog bi Iraqê re jî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê, wek metoda herî guncaw ji bo gihîştina bi rêkeftinê û naskirina mafên gelê Kurdistanê dîtiye. Li ser vê bingehê, PDK û Barzaniyê Nemir (Mele Mistefa Barzanî) pêşwaziya şoreşa 14 Tîrmeh 1959 û destûra Iraqê ya wê heyamê kirin, ku têde hatibû "Iraq welatê hevpar ê Kurd û Ereban e". Lêbelê, dema ku aliyê beramber ji ber çend sedemên xuya ji prensîba bingehîn a destûrê paşde gav avêt, PDK pêşengiya Şoreşa Îlonê ya mezin kir û 9 salan têkoşîna pêşmergeyan û danûstandin berdewam bû heya Peymana 11ê Adar 1970 hat îmzekirin. Bi vê peymanê, mafên hemwelatiyên Kurdistanê bi hemû cudahiyên xwe yên etnîkî û olî hatin mîsogerkirin û ev bû yekemîn destkeftî bi navê naskirina mafên neteweyî yên kurd li hemû Kurdistanê, ku navnîşana milmilanî û dijatiya neyarên Kurd û Kurdistanê ji înkarkirina hebûn û pênaseya Kurd û Kurdistanê veguherî milmilaniyeke siyasî.”
Di daxuyaniyê de, tê gotin ku PDK di têkoşîna azadiya Kurdistanê de li dijî rejîma faşîst û dîktator a Iraqê û dîsa di muxalefeta Iraqê de ya ji Kurd û Ereban pêk dihat, roleke çalak û pêşeng lîstiye, û ew rol berdewam bûye heta serhildana mezin a gelê Kurdistanê di Adara 1991an de.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de, PDK pêşeng bû ji derbasbûna ji rewabûna şoreşgerî bo rewabûna qanûnî li Herêma Kurdistanê, û yekemîn hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 19ê Nîsana 1992an de li dar xist, li ser vê bingehê hikûmetek rewa hat avakirin û pêngav ber bi avedankirin, vejandin, geşedana çandî, siyasî û aborî hatin avêtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Bê guman, ev ezmûna desthilatdariyê li Kurdistanê ji ber hin sedeman bê kêmasî nebûye. Lê parastin, serkeftin û berdewamiya vê ezmûnê bû sedem ku Herêma Kurdistanê bibe xwedî statuyeke rewa û bikeve Destûra Iraqê, ku piştî 2003an piştî rûxana rejîma Iraqê hatibû nivîsandin. Ev ji bo gelê Kurdistanê destkefteke din a niştimanî û dîrokî bû. Lewra Partiya Demokrata Kurdistanê tevî ku bi hemû awayî di parastina statuya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê de rijd e, hevdem bi îlhama ji damezrandina xwe, hemû hewlên xwe ji bo yekgirtin û yekrêziyê û pêkvejiyana netewî, olî û siyasî û yekîtiya nav mala Kurdistanê xistiye tevgerê, daku hemû bi hev re wê statuyê birêve bibin û biparêzin û berevaniyê di ber cudahî û azadiyên xelkê Kurdistanê û mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe yên etnîkî, olî, bi Kurd, Tirkmen, Keldanî, Asûrî, Suryanî, Misilman, Kristiyan û Êzdiyan de bikin.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku cîhan û herêm di van salên dawî de serdemên bi êş derbas dikin û amaje bi rewşa niha ya cîhanê, navçeyê û Iraqê tê kirin û tê gotin, rewş her ku diçe aloztir dibe û hevkêşeyên siyasî yên navçeyê û cîhanê zû zû diguherin.
PDK dibêje, “Herêma Kurdistanê jî beşek ji wê realîteya heyî ya li navçeyê û cîhanê ye û divê serederiyê li gel wan hevkêşeyên aloz û krîzan de bike û destnîşan dike, stratejiya Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya PDKê bo serederkirîna li geê wê rewşê lis er vê bingehê hatiye xêzkirin, ku berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê herî giring in, hewlên herî zêde yên PDKê jî bo wêya ye ku hemû şiyanên xelkê Kurdistanê bibin yek jibo parastina rûmet û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û parastina statuya Herêma Kurdistanê.”
Di beşeke daxuyaniyê de amaje bi rewşa Kerkûkê û navçeyên nakok hatiye kirin û tê gotin: “Partiya Demokrata Kurdistanê wek hertim ti tawîzekê li ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê û ti mafên din ên gelê Kurdistanê nade û jibo bidestxistina vê armancê jî hemû hewlên xwe dixe tevgerê daku di çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê de pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bên çareserkirin.”
Têkildarî pêwendiyên herêmî jî PDK di daxuyaniya xwe de dibêje, “Li ser asta pêwendiyên herêmî jî li gel welatên cîran, her ji destpêka damezrandina parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha, hewldanên me ber bi vê arasteyê ve bûne, ku li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjwendiya hevbeş, pêwendiyên me yên dirist hebin û ji bo wêya jî me hemû rê bikar anîne.”
Derbarê xebata partiyên parçeyên din ên Kurdistanê li nav axa Herêma Kurdistanê jî, PDK dibêje “Tevî hevsoziya me bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkan bi rêya diyalogê, me daxwaz ji tevahiya aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê kiriye ku rêz li serweriya Herêma Kurdistanê, pabendiyên wê yên navdewletî û yasayên wê bigirin û hincetan nedin tu dewletekî ku sînorên Herêma Kurdistana Iraqê derbas bike û zirarê bigihîne statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xelkê wê.”