Grûpa Emşat rêgiriyê li vegera 2 keçên Kurd dike

15-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Siltan Silêman Şah rêgiriyê li vegera 2 keçên Kurd bo gundê xwe yê Qermitliq, ser bi nahiyeya Şiyê li Erfîna Rojavayê Kurdistanê dike.

Mistefa Şêxo, çalakvanê ku xelkê Şiyê ye, ji Rûdawê re got, piştî ku Mihemed el-Casim Ebû Emşe ligel muxtarên nahiyeyê civiyabû û soz dabû ku rêgiriyê li vegera xelkê nake, 2 keçên Kurd ji Libnanê vegeriyan, lê Ebû emşe rê nade wan ku biçin gundê xwe .

Mistefa Şêxo diyar kir ku Grûpa Siltan Silêman Şah ji bo vegerê daxwaza 4000 dolar ji wan dike.

Şêxo da zanîn ku, piştî ku her yek ji Dilvîn Cemîl Osman û Fatîme Cemîl Osman, 800 dolar û 800 hezar lîreyên Sûrî li rê xerc kirin da ku ji Libanê vegerin gundê xwe Şiyê, niha ew li Efrînê asê mane û Ebû Emşe rê nade wan vegerin heta ku 4000 dolar bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst