Li Êlih û Mêrdînê 7 kes hatin desteserkirin

15-08-2021
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Êlih HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend navçeyên Êlih û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê hêzên ewlekariyê bi ser çend malan  de girtin û 7 kesên ku di nav wan de endamên HDPê jî hebûn desteser kirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li navçeya Hezo ya Êlihê û navçeyên Stewr, Dêrik û Midyatê yên parêzgeha  Mêrdînê hêzên ewlekariya Tirkiyê di operasyonekê de hevdem bi ser çendîn navnîşanan de girtin û hejmarek endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 7 kes desteser kirin.

Di operasyonê de, ji ber lêkolîna derbarê wan de hatiye destpêkirin, li navçeya Hezo ya Êlihê hevserokên HDPê yên navçeyê Berjin Altan, rêveberê HDPê Mehmet Baz û  endamê Encûmena Navçeyê yê HDPê  Omer Dinler hatin desteserkirin û piştî lêgerînên li malên wan bo Rêveberiya Ewlekariya Navçeyê hatin veguhestin.

Her di çarveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê de jî hêzên ewlekariyê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi ser mala hevseroka wê navçeya ya HDPê Selma Ozcan de girtin û deriyê xaniyê wê şikandin û ew desteser kirin.

Di çarçoveya heman lêkolîna Serdozgeriyê Komarî ya Mêrdînê de li gundê Ewêna ser bi navçeya Stwerê jî hêzên emnî bi ser mala welatiyê bi navê Dersim Yildiz de girtin û ew jî dester kirin.

Herwiha hat ragihandin ku li navçeya Midyadê jî polîsan bi ser malên Seroka Komelaya Jinan a Suryaniyan Teodora Ozdemir û Serokê Komelaya Yekitiya Suryaniyên Mêrdînê Yuhanna Aktaş de girtine û herdu dester kirine.        

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst