Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî 12 salî ku ji yek saliya xwe ve nexweş e û rewşa wî roj li pey rojê xerabtir dibe li benda alîkariyê ye.
Emer Îsmaîl zarokekî 12 salî ye û niştecihê bajarê Kobaniyê ye li Rojavayê Kurdistanê. Ew ji yek saliya xwe ve nexweş e û li gor gotina malbata wî cih nemaye ku wan kurê xwe nebirinê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê lê heta niha jî çareserî bo nehatiye dîtin.
Mistefa Berkel Îsmaîl, bavê Emer derbarê rewşa kurê xwe de ji Rûdawê re axivî û got, “Nexweşiya wî ji yek saliyê dest pê kir. Ji bo çareserkirina wî me ew bir Şam, Lazqiye, Heleb, Qamişlo û gelek cihên din lê heta niha jî çareserî jê re nehatiye peydakirin.”
Li ser nexweşiya Emerê 12 salî jî bavê wî dibêje, “her du gurcîskên wî roj li pey rojê lawaz dibin, rûyê wî zer bûye û cermê laşê wî radibe.”
Mistefa Berkel Îsmaîl ku temenê wî 70 sal e û bavê 6 keç û 6 kuran e, diyar dike ku herî dawîn wan ew zarokê nexweş biribûn Tebqayê û amaje bi wê dike, “Pizîşk dibêjin, divê gurcîskên wî bên guhertin. Ji bo vê yekê jî gelek kesûkarên me çûn lê nebû.”
Li ser sedema peydanekirina gurcîskê û çaresernekirina nexweşiya zarokê xwe jî Mistefa Berkel Îsmaîl dibêje, pizîşkan ji wan re gotine, kesê gurcîska xwe dide divê temenê li wî/wê jêrî 27 sal be.
Malbata wî zarokî ku di dema êrişên DAIŞê de koçberî Tirkiyê bûbûn, piştî demekê careke din vegeriyane ser cih û warê xwe li Cifur Şerqê li Kobaniyê.
Mistefa Berkel Îsmaîl bi rêya Rûdawê daxwaz dike ku rê ji wî re bê dayîn û alîkarî jê re bê kirin da ku ew bikare kurê xwe derxîne derveyî welat, ji ber ku bi gotina wî jiyana Emer di metirsiyê de ye û “rewşa wî her ku diçe xerabtir dibe.”


