PJAKê nasnameya qurbaniyên êrişa Şarbajêr eşkere kir

15-08-2020
RÛDAW
Nîşan PJAK Şarbajêr PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuayniyekê nasnameya 7 gerîlayên ku di êrişa asmanî ya ji aliyê Tirkiyê ve li navçeya Şarbajêr a Silmêmaniyê de canê xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Di daxuyaniya xwe de YRK dibêje ku 7ê Tebaxê di encama êrişên firokeyên şer ên bêfirokevan û biçek ên dewleta Tirkiyê li herêma çiyayê Balûse bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê de komek a hevalên wan ku ji 7 kesan pêk dihat ligel 2 sivîlan canê xwe ji dest dabûn.

YRK dibêje: “Dijminê gelê Kurd xwedî dîrokeke dirêj a qirkirin û dagirkirinê ya li ser gelê Kurd heye. Ji bo vê jî pêk bîne her carê êrîşên xwe bi her rengî pêk anîne. Êrîşa ku li Çiyayê Balûse pêk hat jî nîşana vê yekê ye, dijminê Kurd li kû dibe bila bibe hebûna Kurdê Azad qebûl nake û weke metirsiyekê ji bo desthilata xwe dibîne. Şehîdbûna van hevalên her yekê ji parçeyek Kurdistan dide nîşandan ku gelê Kurd li kû dibe bila bibe bi yek netew û ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşîn dike.”

YRK banga Kurdan dike û dibêje: “Banga me ji bo hemû gelê Kurd û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwedî li malbatên şehîdan derkevin, malbatên şehîdan bi tenê nehêlin. Her wiha bang li ciwanan dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin, çek û tola şehîdan li erdê nehêlin.”

Nasanameya gerîlayên canê xwe ji dest dane wiha ne:

Songul Dîlman a bi nasnavê Ozgur Kurdistan xelka Xarzanê yê di sala 2015an de tevlî rêxistinê bûye, Arzu  Muhemedî ya bi nasnvaê Bêrîvan Taqedar ji Sinê sala 2017 tevlî rêxistine bûye, Dozgun Omer a  bi nasnavê Rojbîn Gulnaz xelka Kobaniyê ye û sala 2015an tevlî rêxistinê bûye, Esrîn Xelîl a bi nasnavê Şîlan Şahoz xelka Serê Kaniyê ye û sala 2015an tevlî rêxitinê bûye, Dîlan Mehmûd a bi nasnavê Vejîn Doxan Kurdistan xelka Qamişloyê ye û sala 2017an tevlî rêxistinê bûye, Ferhat Xidirlekî yê bi nasnavê Rêzan Kurdistan xelkê Sineyê ye û sala 2015an tevlî rêxistinê bûye û Medînê Şêxo ya bi nasnavê Eylem Cudî xelka Kobaniyê ye û sala 2018an tevlî rêxistinê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst