Li Rihayê elektîrîk bi hecetên curbicur li ser cotkarên Kurd tê qutkirin

15-08-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Berdevkê Cotkarên Wêranşarê dibêje elektirê ji bo gundên Ereban heye lê ji bo gundên Kurdan nîne
Berdevkê Cotkarên Wêranşarê dibêje elektirê ji bo gundên Ereban heye lê ji bo gundên Kurdan nîne
Nîşan Riha Elektirîk
A+ A-

Riha (Rûdaw) -  Pirsgirêka elektrikê li Bakurê Kurdistanê berdewam e. Li hinek navçeyên Rihayê carna elektirîk 24 seatan heye hinek rojan jî nêzîkî 8 seatan elektirîk tê qutkirin.

Demek ku Li nav sûka navçeya Wêraşara ya Rihayê li çayxaneyan ji bilî koronayê xelk bi giringî behsa babetekî jî dike. Ew jî mijara elektirîkê ye ku nebûna wê ji bo cotkara weke  koronaya duyem e.

Omer Çalişkan cotkarekî ji Wêranaşarê ye û gilî û gazindeyên wî ji kompanyaya dabînkirina elektirîkê hene û ew îdiayên bikarânîna elektirîka qaxaç jî red dike.

Cotkar Omer Çalişkan ji Rûdawê re got: “Sala 2017ê sîstema çavdêriyê danîn ser trafoyan ji wê demê heta niha problema elektirîkê heye. Eger dewlet bixwaze kî bixwaze dikare qaçaxê tespit bike. Ji ber ku sîstema çavdêriyê li ser trafoyan heye, dema bibinin, bêyî hişyarî û agahî 80 hezar heta 200 hezar lîreyan ceza dibirin.”

Berpirsên Kompanyaya DEDAŞê amade nebûn ku bersiva pirsên Rudawê û îdayên cotakaran bidin. Lê Berdevkê Cotkarên Wêranşarê behsa hebûna helwesteke siyasî dike û dibêje elektirika ji bo gundên Ereban heyî çima ji bo gundên Kurdan nîne.  

Nûnerê Cotkaran li Wêranşarê Eyyub Çalişkan jî dibêje: “Ferq di navbera Ereban û Kurda de heye. Ji xwe eger dewlet li pişt DEDAŞê nebe DEDAŞ jî nikara wisa bike. Dema em lê dinêrin piraniya aliyên ku ceyrana qaçax bikartînin ji AK Partiyê ne.”

Di çarçoveya projeya GAPê de yekem car sala 1993ê av gihite Deşta Heranê û Riihayê lê av  bi  coyên mezin tê û ji bo ku bigehe nav zeviyan pêwîstî bi dînomayan û wate bi elektirê heye. Nebûna elektirkê bandora li ser karê firoşkar û bayiyên dînamoyan jî dike.

Derbarê mijarê de Bazirgan Îbrahîm Delen jî wiha axivî: “Cotkar dibêjin dahata me bi zorê têra ceyranê kir, ji xwe DEDAŞ deyn li ser wan bilind dike, pare namîne ku bidin me. Em jî zirarmend dibin. Dema ku cihazek bişewite DEDAŞ pereyê wê cihaza xwe jî ji xelkê distîne.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêştir karê dabînkirina elektirikê ji aliye kompanyaya fermî ya Dewletê TEDAŞê ve dihate kirin. 2ê Nîsana sala 2004ê bi biryareke encûmena wezîran, di mijara dabînkirina elektirikê de sîstema belênderî û kompanyayên taybet hate pesendkirin. Nêzîkî sê salin jî  kompanyaya taybet bi navê DEDAŞ wate Dîcle Elektîrik bi dabînkirina elektirîn bajarê Rihayê û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê hate erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst