Li Rojavayê Kurdistanê %10 ji berhemên çandiniyê şewitîne

16-08-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
4 milyon û 120 hezar donim bi genim û ceh hatibû çandin
4 milyon û 120 hezar donim bi genim û ceh hatibû çandin
Nîşan Rojava şewat genim Rûdawa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê îsal şewatê ziyaneke mezin gihandiye çendiniyê ku di encamê de 400 hezar û 580 donim bi genim û ceh şewitîne.

 

Li Rojavayê Kurdistanê, tevî ku Îsal baraneke zêde bariya û sûdeke mezin bi xwe re anî bo kerta çandiniyê, lêbelê agirê ku li wan zeviyên çandiniyê derketibû, ziyaneke zêde gihandiye kerta çandiniyê ya navçeyê.

 

Li gor zanyariyên nûçegihana Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, îsal 4 milyon û 120 hezar donim bi genim û ceh hatibû çandin û ji van 400 hezar û 580 donim şewitîn.

 

Herwiha di encama mezintirîn şewata di dîroka navçeyê de ji sedî 10ê mûsimê îsal li Rojavayê Kurdistanê şewitî û 5 kes bûne qurbanî.

 

Di encama wan şewatan de ne tenê dexl dan, 8 embar, 3 mal, 42 serî pez, 8 batoz, 3 traktor û 56 hezar û 500 dar şewitîn.

 

Li Rojavayê Kurdistanê îsal agir bi hezaran donim zeviyên genim û ceh ên cotkaran ket û di encamê de berhemên dexl û danên cotkarên herêmê di nava agir de şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst