‘Fermana desthiladran ji bo xelkê xizmetkirin lê ji bo Kurdan qirkirin bû”

15-08-2018
RÛDAW
Yekemîn Konferansa Cenosîda Kurdên Êzdî
Yekemîn Konferansa Cenosîda Kurdên Êzdî
Nîşan Konferans Cenosîd Kurdên Êzdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî da xuyakirin, ku Kurdên Êzdî li ber çavê hemû cîhanê rastê komkujiyê hatin û bang li civaka navdewletî jî kirk u vê karesatê wek “cenosîd” nas bike.

 

Îro li paytext Hewlêrê Yekemîn Konferansa Cenosîda Kurdên Êzdî birêve diçe. Konferasn ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê û Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Revandî yên Êzdî ve hatiye organîzekirin. Tora Medyayî ya Rûdawê sponserê konferansê ye.

 

Di konferansê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî axivî û diyar kir, ku bi piştgirî û destê dewletên herêmê di sedsala borî de karesatên bi serê gelê Kurd de hatine tenê neseqamgîrî û pirsgirêk bi xwe re anîne.

 

Newzad Hadî diyar kir: “Di dirêjahiya sedsala borî de karesat, kuştin, birîn, enfal û kîmyabaran û hemû şêweyên tepisandinê, ku bi hewlên desthiladarên harêmê bûye, tenê ji gelê Kurdistanê û gelên here me re nearamî, neseqamgîrî û pirsgirêk bi xwe re anîn.  

 

Hadî got: “Kurdên Êzdî ji vê re dibêjin ‘ferman’. Di warê ferheng de ferman biryara desthiladaran e. Ev biryar di navenda desthiladarî de ji bo xizmetkirina xelkê û avadankirinê tê dayîn lê ji bo me kurdan ji bo qirkirnê bûye. Desthiladarên herêmî bi fermî biryar dane Kurdan û Kurdên Êzdî jinav bibin. Ev helmeteke veşartî nebûye. Lewma em niha behsa vê reşkujiyê dikin ku terorîstên DAIŞê rûbirûyê gelê Kurdistanê kirin. Armanca wan bi temamî xilaskirina Kurdên Êzdî bûye.”

 

Di berdewama gotara xwe de Parêzgarê Hewlêrê balkişande ser wê yekê ku Kurdên Êzdî civakeke aştîxwaz û mirovperwer in û lewma civaka navdewletî û welatên pêşkeftî divê ji bo ev karesat dubare nebe, li hember cenosîda bi serê wan de hatiye bêdeng nemînin.

 

Newzad Hadî da xuyakirin, ku Kurdên Êzdî li ber çavê hemû kesan hatine qirkirin, guhertina ol û kultura wan hatiye sepandin, lewma divê civaka navdewletî vê yekê weke cenosîd nas bike.

 

Hadî got: “Raste îro DAIŞ li meydanê nemaye lê hizra wê maye. Pêwîste bi ti awayî civaka me rê nede tundrewiyên wiha careke din serê xwe hilde. Ji ber ku me dît di bin desthilata DAIŞê de çi qewimîn.”

 

Parêzgarê Hewlêrê anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê xizmeta hemû pêkhate û olan dike û bi taybetî jî xizmeta Êzdiyan dike.

 

Hadî da xuyakirin: “Herêma Kurdistanê bêyî cudahiya etnîkî û olî deriyê xwe bi sedan hezar koçberan re vekir. Bi baweriya gelê Kurdistanê em tev de mirov in û pêwîste alîkarî bigihînin kesên mexdûr û ziyanlêkeftî.”

 

Di dawiya axaftina xwe de Newzad Hadî daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku zêdetir destê xwe dirêjî gelê Kurd û bi taybetî jî Kurdên Êzdî bike, tawanbarên vê karesatê bide dadgehê û ceza bike.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst