Bozanî: Civaka navdewletî ji çi ditirse ku qirkirina Êzdiyan cenosîd nas nake?

15-08-2018
RÛDAW
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyên Revandî Xeyrî Bozanî
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyên Revandî Xeyrî Bozanî
Nîşan Konferans Kurdên Êzdî Cenosîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyên Revandî Xeyrî Bozanî da xuyakirin, ku geta niha jî çarenivîsa zêdetirî 3 hezar Kudên Êzdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin nediyar e û bang li civaka navdewletî kir, ku vê tawanê wek “cenosîd” nas bike.

 

Îro li paytext Hewlêrê Yekemîn Konferansa Cenosîda Kurdên Êzdî birêve diçe. Konferasn ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê û Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Revandî yên Êzdî ve hatiye organîzekirin. Tora Medyayî ya Rûdawê sponserê konferansê ye.

 

Di destpêka konferansê de Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzdiyan û Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyên Revandî Xeyrî Bozanî axivî û got ku cenosîda li ser Kurdên Êzdî bidawî nebûye û berdewam dike.

 

Xeyrî Bozanî da zanîn, ku di êrîşa DAIŞê ya 3ê Tebaxa  zêdetirî 6 hezar Kurdên Êzdî hatibûn revandin û got: “Zêdetirî 6 hezar û 400  keç û jin û zarokên Kurdên Êzdî hatine revandin. Terorîstên DAIŞê 2 hezar û 500 sivîl kuştin. Ji bilî wê heta niha 62 gorên bi kom jî hatine dîtin. 68 cihên ayînî yên êzdiyan hatine teqnain.2  hezar û 800 zarok ji dayik û bavên wan hatine cihêkirin. Zêdetirî 360 hezar kes jî koçber û derbider bûn, ku niha jî di kampan de di şert û mercên zehmet de dijîn. Zêdetirî 100 hezar kes penaber çûnd erveyî welat.”

 

Bozanî amarên derbarê revandiyan de eşkere kir û diyar kir“Heta niha 3 hezar û 311 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û ji wan 2 hezar û 11 kes ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî ve hatine rizgarkirin. Lê hê jî 3 hezar û 102 kes jî wenda ne.”

 

Nûnerê Kurdên Êzdî da xuyakirin: “Kesên hatine revandin bi dare zorê ol û baweriya wan hate guhertin. Destdirêjî li ser keç û jinan kirin, hatine kirîn û firotin. Dest danîne ser mal û milkên Kurdên Êzdî û sivikatî bi wan, bi bîr û baweriya wan hate kirin. Mejiyên zarokan hatine şuştin û zarok ji bo karên terorîstî hatine perwerdekirin.”

 

Bozanî got: “Başe civaka navdewletî ji çi ditirse ku heta niha ev tawana li hember Kurdên Êzdî wek cenosîd nas nekiriye? Mixabin hêj em dibêjin cenosîd berdewam e. Lewma em daxwazê dikin civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê, rêxistinên mirovî zêdetir bi erkê xwe yê exlaqî û mirovî ya li hember Êzdiyan rabin. Şingal wek herêmeke siyasî û leşkerî nemîne, ji mayînan were paqijkirin.”

 

Bozanî daxwaz kir, ku ew kesên destê wan di kuştina Kurdên Êzdî de hebin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve werin cezakirin û xwest ku xelkê Şingalê jî were qerebûkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst