Wezareta Petrolê ya Iraqê bikaranîna zimanê Kurdî qedexe kir

15-08-2018
RÛDAW
Nîşan Kompaniya Gaz a Bakur Ziman Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pişkînerê Giştî yê Wezareta Petrolê ya Iraqê bikaranîna zimanê Kurdî li kompaniya gaz a Bakur qedexe kir û gef li wan kesên ku berevajî vê qedexeyê tevbigerin xwar.

 

Pişkînerê Giştî yê Wezareta Petrolê ya Iraqê Hemdan Ucel Raşid li ser bikaranîna têgeh û zimanê Kurdî nivîsek ji kompaniya gaz a Bakur şandiye.

 

Hemdan Ucel Raşid di nivîsa xwe de gotiye ku "piraniya nivîsên ku kompaniyê şandine, têgehên Kurdî têde bi kar hatine, ev jî berevajî yasaya parastina silametiya zimanê Erebî, ya yasaya hejmara 64 a sala 1968an e".

 

Raşid tekez kiriye ku divê kompaniya petrolê ya Bakur pabend be bi wê yasayê û divê tenê zimanê Erebî bi kar bîne, "berevajî vê, karmendên ku cîbicî neke, li gor yasaya rêkarên karmendên dewletê, dê rûbirûyî lêpirsînê bibin".

 

Parlementerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Kerkûkê yê li Parlementoya Iraqê Rêbwar Teha diyar dike ku "ev nivîs ne destûrî û ne yasayî ye, ji ber ku li gor destûrê zimanê Kurdî û zimanê Erebî du zimanên fermî yên Iraqê ne, gelek asayî ye û dibe di navbera saziyan de nivîs bi herdu zimanan werin nivîsandin".

 

Teha herwiha diyar kir ku "bêguman rêkarên yasayî dê li hember wî pişkînerê Wezareta Petrolê werin bicihkirin û em dê li ser vê mijarê bi awayekî cidî biaxivin, zimanê Erebî jî bi vî rengî nayê parastin".

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst