Li Kurdistanê bîranîna komkujiya gundê Koço tê lidarxistin

15-08-2018
RÛDAW
Nîşan Şingal Gundê Koço Komkujî Kurdên Êzidî
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Îro çar sal di ser komkujiya gundê Koço yê li başûrê navçeya Şingalê re dderbas dibe, ku têde bi sedan hezar Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin komkujkirin û di çend gorên bi komî de hatin veşartin.

 

Biryar e îro di çaremîn salvegera komkujiya gundê Koço de merasîmek taybet were lidarxistin.

 

Di komkujiya gundê Koço de, ku di 15ê Tebaxa sala 2014 de qewimî, zêdetirî 400 zilamên wî gundê Şingalê ku nîştecihên wê Kurdên Êzidî ne, ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve, di nava dibistana wî gundê de bi kom hatin kuştin. Herwiha çekdarên DAIŞê zêdetir ji 700 keç û jinên Kurdên Êzidî yên wî gundî revandin, ku heta niha jî 500 kes ji wan winda ne û ti zanyarî li ser çarenivîsa wan nayê zanîn.

 


 

 

Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim dibêje, di salroja komkujiya gundê Koço de, ji bilî wî gundî û navçeyên din ên ser bi navçeya Şingalê ve, gelek Kurdên Êzidî yên derveyî welat jî hatine, jibo ku di merasîma taybet bi bîranîna qurbaniyên wê komkujiyê beşdar bibin.

 

Li aliyekê din, her îro Çarşemî 15ê Tebaxê li hotel Dîwan a bajarê Hewlêrê yekemîn konfrans anavdewletî derbarê cenosîda Kurdên Êzidî bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.

 

Di konfransê de behsa paşxana dîrokî ya cenosîdkirina Kurdan tê kirin, bi taybet jî cenosîda di derheqê Kurdên Êzidî ku herî dawî 4 sal berî niha çekdarên DAIŞê anî serê wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst