Kurdên Feylî piştgirî dan referanduma serxwebûnê

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Feylî ragihandin, ew piştrats in ku ti alternatîvek ji bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê nîne û piştgiriya xwe ji bo referandumê nîşan dan.

 

Îro sêşembiyê 15ê Tebaxa 2017ê, Kurdên Feylî bi daxuyaniyekê helwesta xwe li ser referanduma Herêma Kurdistanê aşkere kirin.

 

Di konfranseke rojnamevaniyê de li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, Elî Hisên bi nûneratiya Kurdên Feylî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê daxuyanî xwand.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin, ew dengên ku li dijî Kurd in û dijatiya mafên kurdan dikin, xuya ne.

 

Elî Hisên da xuyakirin, ku ew weke Kurdên Feylî derdên kurdbûnê dizanin û tekez kirin, ku ew pêşengê wan kes û aliyan in, ku helwest û nêrîna wan heye û ji ber wê jî divê nêrîna wan jî bihê wergirtin.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekî jî hatiye kirin, ku îro baştirîn derfet bo cîbicîkirina maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê ye û tê gotin: “Îro em nêzîktirîn bocîbicîkirina hez û hêviyên enfalkiriyan, cenosîdkiriyan û zulmlêkiriyan.”

 

Elî Hisên diyar kir, ku desthilata siyasî ya Iraqê li gel wekheviyê xerîb e û yeksaniya navbera pêkhateyan nas nake.

 

Elî Hisên herwiha li ser navê Kurdên Feylî destnîşan kir: “Em Hikûmeta Iraqê piştrast dikin, ku Kurd ji bo avakirian dewleta xwe ti dewletekê narûxînin.”