Bi çûna Ermen û Suryaniyan mozaîka civakî ya Amedê jî têk çû
Amed (Rûdaw) – Di serê sedsala borî de, piştî keraset û qirkirina bi serê Ermenî û Suryanî de hat, hejmara ne mislimanên Bakurê Kurdistanê 98 ji sedî kêm bûn. Malbatên, ku niha mane tevî ku hejwara wan gelek kêm e, dibêjin ee bi aramî bi cîranên xwe re diborînîn, lê gelek ji wan jî serboriyên bavûkalên xwe ji bîr nekirine û hîn jî gelek xembar û sîtemkar in.
Hadî Gumuş li nav taxa Sûrê di zikê kuçeyên teng da dimeşe, ew Ermenekî Bakurî ye.
Heta serê sedsala borî jî di van kuçe û kolanan de dikanên xizm û bav û kalên wî rêzkirîbûn. Ewan bi tevî derûcîranên xwe ve, bi kêfxweşî karê dinyalikê bi aramî dibûhûrandin.
Piştî keraseta bi serê ne mislimanan de hat, wek gelek malbatan, malbata wî jî nasnameya xwe ya Ermentî û Mesihîtiyê veşartin. Lê herkesê zanibû ku ew ne Kurd û ne jî misilman in. Hadî jî ji zarokên hevalên xwe yên taxê xwe nas kir.
Hadî Gumuş dibêje: “Dema nedikariyane me û nedigihiştine me, digotin ev kurên gawiran in. Me jî digot, ev çi ye? Me jî pirs kir û zanî, ku em ne kurd û ne jî tirk in. bavûkalên me krîstiyan in.
Wek Hadî Gumuş, hemwelatiya bi navê Ayten Ekîcî jî duv re pê hesiya ye ku ew Ermen e. Behsa dapîra xwe dike û dike girî. Piştî ku ew bi xwe û nasnameya xwe hesiya ye, niha tê dêrê û tevlî rûresmên Mesîhiyan dibe.
Ayten Ekîcî diyar dike: “Ez 5 salî bûm dapîra min her rojên yekşeman bi destê min digirt. Min di bir bazarê, ji min re pêlîstokan distend. Ez bi zarokên taxê re biliyê lîstikê dibûm, ew jî demekî wunda dibû. Duv re ez pê hesiyam ku ew diçû dêrê û ji bo ku ez ji kesî re nebêjim dile min xweş dikir.”
Keşeyê Dêra Dadê Meryem a Elîpaşaya Amedê Yusuf Akbûlût rûspiyê cemaeta Suryaniyan e. Ew dibêje; ez naxwazim behsa bûyer û kerasetên berê ku bi serê me de hatine, bikim. Yê ku çû ne de dû. Niha em liv ê derê bi aramî pêk ve dijîn û aşîtî û biratî emre dînê me yê sereke ye.
Keşeyê Dêra Dadê Meryem Yusuf Akbûlût diyar dike: “Li gor baweriya me, ne tenê dost û yar, dijminên me jî dema ku ketin tengasiyê divê em alîkariyê wan bikin. Em niha bi herkesi re jî weke bira tev de dijîn û em guh nadin serboriyên bi êş û azar.”
Di serê sedsala borî de tenê li bajarê Amedê , ji bo ku Patrîkxaneya Suryaniyan li vê derê bû hezar û 200 malbatên Suryaniyan hebûn. Ji bilî Suryaniyan li gor arşîvên Osmaniyan, di sala 1914 an li parêzgeha Amedê 80 hezar Ermenî li ser nifûsa dewletê tescîlkirîbûn.