PSK: Divê Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê saz bike
Xarpêt (Dêrsim) – Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel got, dem hatiye ku Herêma Kurdistanê ji bo parastina welatiyên xwe bi referandûmekê serxwebûna xwe îlan bike.
Partiya Sosyalîs a Kurdistan (PSK) ji bo nirxandina rewşa siyasî ya Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cihanê li qezaya Dep a bajarê Xarpêtê li hev civiyan. Di civînê de Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel jî amade bû.
Duh rêveber û endamên PSKê qezaya Dep a bajarê Xarpêtê ji bo nirxandin û gotûbêjkirina rewşa siyasî li hev civiyan. Di vê civînê de jî yekbûna Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û PSKê hat gotûbêjkirin.
Heta niha li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 9 şaxên PSKê hatine vekirin. Rayedarên PSKê diyar dikin ku heta sersala 2017an dê li 11 bajarên din baskên xwe vebikin.
Herwiha di demeke kurt de dê li bajarê Xarpêtê û qezaya wê Depê jî şaxên vê partiya Kurdî tên vekirin. Di civînê de hat diyarkirin ku digel HAK-PAR wekî baskê legal yê PSKê hatiye damezrandin, lê piştî ku di 30yê Gulana 2016an de PSK li Tirkiyê bi awayekî fermî hat qebûlkirin jî ev herdû partî heta niha nebûne yek.
Di civîna li qezaya Depê ya bajarê Xarpêtê de Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel derheqê bernameya partiya xwe de axivî û rewşa siyasî Kurdistan û Tirkiyê bi endam û rêveberên partiya xwe re gotûbêj kirin.
Bayram Bozyel di axaftina xwe de diyar kir ku tevgera Kurdistanê li çar beşan hatiye asteke baş û got:
“Niha Kurd li her çar beşên Kurdistanê bûne hêz. Pêşkeftin hene. Li Bakurê Kurdistanê jî gellek destkeftinê tevgera Kurdî hene. Nabe ku em van destkeftan biçûk bibînin. Niha partiya me bi navê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi awayî qanûnî dikare bixebite. Ev bi saya destkeftên tevgera Kurd e. Partiya me 42 sal e bênavber dixebite. Ji her demê zêdetir derfet û îmkanên pêşkeftin û bihêzbûnê tevgera Kurdistanê heye. Divê em xwe bi rêk bixin û bixebitin.
PSK mafê çarenûssaziya gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê diparêze. Divê her beşek Kurdistanê li ser çarenûsa xwe, bi xwe biryar bide. Herwiha li gor me pêwîst e tevger û rêxistinên Kurdî li nav beşên din ên Kurdistanê destwerdana karên hevdû nekin. Lê belê pêwîst e di nava rêxistin û partiyên Kurdistanî de hevkarî û hemahengî hebe.
Li gor me partiyên Kurdî di çarçoveya pîvan û berjewendiyên Kurdistanê de dikare bi dewletê cîran re peywendiyan çêbike, lê belê nabe ku ev peywendiyana li dijî berjewendiyên beşên din Kurdistanê bin.”
Bozyel destnîşan kir ku rêxistin û partiyek ger li Kurdistanê nebe hêz, hem li hundir hem jî li derve tê paşguhkirin û wiha domand:
“Bozyel, di vî warî de wiha pê de çû: “Ji bo nirx û qîmeteke PSKê çêbibe, pêwîst e bibe hêz. Ji ber ku em dema diçin Başûrê Kurdistanê jî em dema diçin Ewrûpayê jî ji me re dibêjin ku ´Çend parlamenterên we hene, çend şaredarî di destê partiya we de ne?´ Lewma pêwîst e em xwe bi rêk bixin û bibin hêz.”
Bozyel, di axaftina xwe de bal kişand ser hewla darbeya 15ê Tîrmehê ya li Tirkiyê qewimî û got ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe dê li Tirkiyê egera kodetayê her dimîne û wiha pê de çû:
“Li Tirkiyê heta ku kêşeya Kurd çareser nebe, dê her dem eger û îhtîmala derbe û kodetayên leşkerî hebin. Ji ber çi? Ji ber ku ger kêşeya Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, dewlet dê serî li çekan û artêşê bide. Dema artêş bibe pêwîstî ger partiyek ji sedan 51ê dengan jî bigire, ew artêşa dikare serî li kodetayê bide. AKPê di hilbijartinên dawîn de derdora ji sedan 48ê dengan bi dest xist, lê dîsa jî di 15ê Tîrmehê de artêşê hewl da hikûmetê ji deshilatê bixe.”
Cîgirê Serokê PSKê hebûn û sitatûya Başûrê Kurdistanê giranbuha nirxand û got ku dem hatiye ku Herêma Kurdistanê ji bo parastina welatiyên xwe bi referandûmekê serxwebûna xwe rabigihîne.
Bozyel, wiha domand:“Hebûna Federasyona Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan derfet û destkefteke pir mezin e. Piştî DAIŞ derket hebûn-nebûna dewleta Iraqê şêlo bû. Niha Bexda nikare Iraqê bi rê ve bibe. Niha makeqanûna Iraqê ne sazgar e, kar nake. Makeqanûna Iraqa Federal hatiye hilawestin. Lewma jî Herêma Kurdistanê nikare heta hetayê li benda Bexdayê bimîne.
Niha rewşeke wisa derketiye holê ku pêwîst e Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê saz bike. Herêma Kurdistanê tenê bi serxwebûnê dikare welatiyên xwe ji hovîtiya DAIŞê biparêze. Herêma Kurdistanê bi serxwebûnê dikare dahatûya bixe jêr ewlehî û gerentiyê.”