YNK: Eger lihevkirin pêk neyê, ya rast hilbijartina pêşwext e

15-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand eger aliyên siyasî li hev nekirin, “rêya rast” hilbijartina pêşwext e.

YNK bo pîrozkirina damezrandina 69emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek ji Politburoya PDKê re şand. Di vê peyamêda ragihand ku eger aliyên siyasî li hev nekirin, rêya rast hilbijartina pêşwext e.


YNKê di peyama xwe de wiha got: “Em salvegera 69emîn ya PDKê bi mebesta rêz girtin li dîroka wê ya têkoşer û  pêşkêşkirina qurbaniyan bo Kurdayetiyê pîroz dikin. Ev bi bîranîna wê di demekê de ye ku Iraq û Kurdistan di rewşeke nazik re derbas dibe. Hêvîdar in aligirê xwe hewl bidin bo derxistin û şikandina DAIŞê û pêşvebirina hevbeşiyê.”

Di peyamê de YNKe behsa rewşa niha ya herêmê kiriye û raya xwe li ser hilbijartinê pêşwext eşereke kiriye.

Derbarê vê yekê de jî di peyaml de wiha hatiye gotin: “Em daxwaz dikin ku peyvên li hevkirin û tifaq bi wateya xwe rast û pêvajoya dîrokî were bi kar anîn. Li ser wan bingehan nêzîkbûn pêk were. Eger me li hevnekir wê demê rêya rast hilbijartina pêşwext e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst