Viyan Dexîl bo Rûdawê: Bo Şingalê we kêmasî nekir

 

Hewlêr (Rûdaw)- Parlementera Kurd li Bexdayê, Viyan Dexîl spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir li ser şopandin û romalkirina bûyerên Çiyayê Şingalê û got: “We ti kêmasî nekir.”

Viyan Dexîl ku li ser kota kurdên êzdî niha endama Parlementoya Iraqê ye, berî çend civînan di parlementoyê de bi girî bang li civaka navdewletî kir ku bi hawara kurdên êzdî ve herin, dîmenên giriyê wê di parlementoyê de li medyaya cîhanê deng veda.

Dexîl di nav wê balafirê de bû ku hefteya borî bi rizgar kirina derbiderên li ser Çiyayê Şinaglê çûbû, lê bi sedema giraniya bar ew balafir hat xwarê, di vê barê de Viyan Dexîl ji Rûdawê re got: “Rewşa min a tenduristî cîgîre, lê parsû û lingekî min şikestine, herwiha spasiya xelkê Kurdistanê kir ku telefona wê kirin û li rewşa wê pirsîn, herwiha red kir ku SErokê Amerîka Barack Obama telefon bo wê kiribe da li rewşa wê bipirse.

Herwiha Dexîl balkişand li ser şopandin û romala Tora Medyayî ya Rûdawê ji bûyerên Şingalê re û spasiya Rûdawê kir û got: “Birastî di wê karesata mirvî de yak u biser xelkê Şingalê de hatiye, we kêmasî nekir, rola we mezin bû di gihandina rewşa êdziyên ser Çiyayê Şingalê.”