Li Sine peykerek ji bo Şêrko Bêkes tê danîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê peykerek ji bo helbestvanê kurd Şêrko Bêkes ê berî çend rojan jiyana xwe ji dest dayî, tê danîn.

Peykersazê kurd ê ji bajarê Sine, Hadî Ziyaedînî ew peyker dirûst kiriye. Biryare peyker bi beşdariya girseyekî zêde ya nivîskar û rewşenbîrên rojhilatê Kurdistanê, li mûzexaneya kesayetiyên kurd a li Sine bê danîn.