Li Amedê 10 kesên di bendavê de asê mabûn hatin xilaskirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 10 kesên di Bendava Dicleyê de asê mabûn hatin xilaskirin.

Li Amedê 10 kesên li herêma Selmanê ya navçeya Gelê geşt û ger dikirin, wextê ava bendavê bilind bû, di nav de man.

Li ser agahdarkirinê tînên tenduristiyê, AFAD û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman kesên di nav ava bendavê de asê mabûn bi botan xilas kirin.