HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG), nasnameyên 2 gerîlayên ku li herêma Metînayê ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku du gerîlayan 19-20ê Gulana 2024an li herêma Metînayê di çalakiyeke li hemberî hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da.

HPGyê da zanîn ku nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Yekbûn Şoreş: Navê wê yê fermî Nîsan Ay e û ew ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Yekbûnê Şoreşê 19ê Gulana 2024an li herêma Metînayê canê xwe ji dest daye.

Rustem Hemdem: Navê wî yê fermî Sedat Ozne e û ew ji bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Rustem Hemdem li 20ê Gulana 2024an li herêma Metînayê canê xwe ji dest daye.