HUDA PARê li ser êrişa kafeyan daxuyaniyek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - 11ê Tîrmehê li navçeya Sûrê ya Amedê bi bi bombeya dengî û çekan êriş li kafeyên bi navên Hewş û Kargayê hatibû kirin.

Yek ji wan kafeyên ku êriş lê hatibû kirin ya Parlamentera CHPyê Turkan Elçî ye.

Piştî êrişê 3 gumanbar hatibû girtin.

Piştî van êrişên demên dawî yên ku li Amedê zêde bûne, berê gelek kesan li HUDA PARê bû.

Pariya Doza Azad (HUDA PAR) bertek da girêdana van bûyeran a bi partiya xwe.

HUDA PARê li ser êrişa her du kafeyan daxuyaniyek belav kir û got:

“Çend roj berê êrişa çekdarî ya ku li Amedê li 2 kafeyan hatiye kirin, bi zanebûn hewl tê dayîn ku bi partiya me ve girêbidin.”

HUDA PARê girêdana partiya xwe bi van êrişan wekî “dereweke bêexlaqî” bi nav kir û diyar kir ku “hinek aliyên siyasî xwdî li vê yekê derdikevin.”

“Partiya me dîsa hedef hatiye nîşandan”

Herwiha HUDA PARê got, “Partiya me dîsa bi bikaranîna zimanê provokatîf ê di qetlîama  6-8ê Kanûna Pêşînê de wekî hedef hatiye nîşandan.

Em li vir radigihînin ku em ê ji hemû alî û kesên ku buxtanên bêexlaqî yên wekî cirm li partiya me dikin, li ber hiqûqê hesab ji wan bipirsin.

Di vê çarçoveyê de xebatên pêwîst temam bûne û em bi rêzdarî raya giştî radigihînin ku derbarê kesên pêwendîdar de serlêdana sûc hatiye kirin.”

“Li ser jiyana sekuler gefek e”

Parlamentera CHPyê Turkan Elçiyê li ser kafeyan gotibû:

“Di van demên dawîn de li Amedê yek ji gef û êrîşên ku li ser jiyana sekuler û jiyana civakî zêde bûne, mixabin a ku doh bi şev li dijî kafeya malbata me hate kirin.”

Herwiha Turkan Elçiyê da zanîn ku beriya êrişê gef li xebatkarên kafeya wan hatiye xwarin.