Di 10 salan de 21 hezar karker li cihê kar mirine

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mirina Karkeran Gamze Akkuş Îlgezdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 10 salên borî de 21 hezar û 281 karkeran li cihê kar canê xwe ji dest daye.

Sala 2013an ku hezar û 235 mirînên li ser hebûn, piştî 10 salan ji sedî 56 zêde bûye û hejmar gehiştiye hezar û 932an.

Parlamentera CHPyê ya Stenbolê Gamze Akkuş derbarê mirina karkeran di salên 2013-2024an de raporek amade kir.

Li gorî rapora bi sernavê “10 sal komkujiya 3 mehan”, di 10 salan de 21 hezar û 281 karkeran li cihê kar canê xwe ji dest daye.

Gamze Akkuşê derbarê mirina karkeran de hot: “Ev ne qeza yan qeder e, tişta bûye hemû komkujî ye.”

“Ji nifûsa hinek welatan zêdetir me kedkarên xwe ji dest daye”

Akkuş mirinên li ser kar ên di navbera 2013 û 2024an de dinirxîne û dibêje:

“Mirinên li ser kar ên di 11 salên dawî de vê pirsê tine bîra mirov `Di kîjan şerî de hewqas can ji dest didin?`

Di nav van reqemên di destê me de ew kedkarên me yên nehatine tomarkirin cîh nagirin.

Ligel vê jî 2013 û sê mehên destpêkê yên 2024an hejmara karkerên ku me ji dest daye 21 hezar û 281 e.

Ji nifûsa hinek welatan zêdetir me kedkarên xwe ji dest daye.”

Di raporê de hejmara kuştinên li cihê kar li gorî salan wiha ye:

2013 - Herî kêm 1235 karkeran canê xwe ji dest daye

2014 - Herî kêm 1886 karkeran canê xwe ji dest daye

2015 - Herî kêm 1730 karkeran canê xwe ji dest daye

2016 - Herî kêm 1970 karkeran canê xwe ji dest daye

2017 - Herî kêm 2006 karkeran canê xwe ji dest daye

2018 - Herî kêm 1923 karkeran canê xwe ji dest daye

2019 - Herî kêm 1736 karkeran canê xwe ji dest daye

2020 - Herî kêm 2427 karkeran canê xwe ji dest daye

2021 - Herî kêm 2170 karkeran canê xwe ji dest daye

2022 - Herî kêm 1843 karkeran canê xwe ji dest daye

2023 - Herî kêm 1932 karkeran canê xwe ji dest daye

2024 - ( Sê mehên destpêkê) Herî kêm 425 karkeran canê xwe ji dest daye

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst