Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê yê Bakurê Kurdistanê, Mahmut Bîlgînê 40 salî di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên, Mahmut Bîlgîn dema ku kamyoneta xwe li navçeya Dîcleyê ya Amedê diajot rastî êrişa çekdarî hat.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Bîlgînê ku bi giranî birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dîcleyê.

Tîmên tenduristiyê paşê jî ji ber birîna wî ya dijwar, Bîlgîn veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Mahmut Bîlgîn tevî midexaleya bijîşkan canê xwe ji dest da.

Hate zanîn ku Mahmut Bîlgîn birayê Abdussamed Bîlgînê ku serokê berê yê Şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîceleyê ye.