Semsûr: Keça 14 salî li malê daliqandî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê li gor îdîayan keçeke 14 salî li malê xwe daliqandiye û canê xwe ji dest daye.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li navenda parêzgeha Semsûrê şeva borî keçeke 14 salî li mala xwe daliqandî hat dîtin û tê îdîakirin ku wê xwe întihar kiriye.

Li ser agahdarkirina malbatê, polîs, tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Piştî kontrol tîmên tenduristiyê hat dîtin ku keçikê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê termê keçikê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û lêkolîn berdewam e.