Li ser rêya Duhok-Mûsilê bûyera trafîkê: Ji malbatekê 4 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî navçeya Elquş a li ser rêya Duhok-Mûsilê di bûyereke trafîkê de ji malbatekê 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Rêveberiya Trafîkê ya Duhokê Azad Taha îro Şemiyê ji Rûdawê re ragihand, di encama qezayeke di navbera otomobîlekê û barhilgirekê de li nêzîkî navçeya Elquş a li ser rêya Duhok-Mûsilê 4 kes mirin.

Azad Taha da zanîn ku kesên ku canê xwe ji dest dane du mêr, jinek û zarokek in û hemû ji malbatekê ne.

Berdevkê Rêveberiya Trafîkê ya Duhokê Azad Taha cihê ku bûyer lê qewimiye ser bi Mûsilê ve ye lê nêzîkî Duhokê ye, ji ber vê yekê qurbanî ji bo nexweşxaneyên Duhokê hatine birin.

Nûçegihanê Rûdawê Huner Reşîd ragihand, ew 4 kesên ku di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest dane ji heman malbatê ne û ji Dêrik a Rojavayê Kurdistanê ne.

Kesekî nêzîkî malbatê ji Huner Reşîd re diyar kir ku ew 4 kes ji bo şîna kurê xwe yê ku di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dabû diçûne Zaxoyê.

Li Herêma Kurdistanê par 3 hezar û 706 bûyerên trafîkê rû dane. 2 hezar û 909 bûyer ji ber lihevketina otomobîlan, 773 bûyer qulibîn û 438 bûyer jî ji ber sedemên cuda qewimîne û di encamê de 445 kes mirin û 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûn.