Li Rihayê kalekî ji ber germahiya zêde kevir avêtine rojê: Law min berdin!

15-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Riha Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê welatiyekî ku ji ber germa zêde bêzar bûye wek karvedan keviran diavêje rojê û dibêje, ”Te em têkdan û bêzar kirin. Germa 45 pile ye, êdî bes e.”

Çend roj in pêleke germê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe. Germa li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên herî germ ên wek Riha, Mêrdîn û Şirnexê digihêje 45 pileyan.

Germahiya zêde bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike. Bi taybetî cotkar û kesên ku neçar in di nava rojê de li ber tavê kar bikin.

Li gor dîmeneke ku li ser tora civakî belav bûye welatiyekî cotkar ku li deşteke Rihayê di nav zeviyeke çandiniyê de li ber germê kar dike, ji germa zêde bêzar bûye. Wek karvedan li hember germê keviran ji nav zeviyê radike û diavêje rojê. Ew welatî destên xwe bilind dike û bi rojê re diaxive û dibêje, “Te em têkdan û bêzar kirin. Germa 45 pile ye, êdî bes e.”

Welatiyê Rihayî dixwaze keviran biavêje rojê lê hevalê wî bi milê wî digire û ew jî dibêje, “Law min berdin law.”

Li gor keşnasan dê di çend rojên bê de pileya germê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê di navbera 4 heta 5 pile de zêde bibe û rekora salên dirêj tomar bike.

Sala borî rekora germê bi 49.1 pile li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû tomar kirin. Keşnas pêşbînî dikin ku îsal germa li Cizîrê 50 pile derbas bike û rekorek nû tomar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst