Siwêreg: Mirina kesekî bi nexweşiya harbûnê welatî nîgeran kirine

15-07-2023
Ferdî Sak
Mirina kesekî bi nexweşiya harbûnê welatiyên Siwêregê nîgeran kirine
Mirina kesekî bi nexweşiya harbûnê welatiyên Siwêregê nîgeran kirine
Nîşan Siwêreg Harbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve piştî ku avahîsazekî bi navê Lutfu Seray ê ku kûçikekî har êrîşî wî kiribû û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû welatî ji ber belavbûna nexweşiyê nîgeran in.

Taxa Ertem e li navçeya Sêwregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê. Çend roj berê kuçikê şivanekî êrîşî sê zarokên taxê kiriye û ew gez kirine.

Tîmên tendirustiyê ji ber egera nexweşiya harbûnê ku ji kûçikan tê veguhestin, rojane serdana vê taxê dikin û rewşa her sê zarokan ji nêzîk ve dişopînin.

Rêveberê Tendirustiyê ya Siwêregê Bîlal Yildiz anî ziman, “Niha derbarê tendirustiya zarokan de ti pirsgirêk nînin. Me dest bi vaksînkirina hemû zarokan kiriye. Me dest bi dayîna serûmên dijî harbûnê bo wan kiriye. Niha ti nîşanên vê nexweşiyê li ser wan nînin. Heta niha ti pêşhateke nepêşbînîkirî çênebûye.”

Rêveberê Tendirustiyê ya Siwêregê bang li welatiyên navçeyê dike ku dema kûçikan êrîşî wan kir yekser serdana naxweşxaneyan bikin.

Ji ber ku bi gotina wî dem di çareseriya nexweşiya harbûnê de gelekî girîng e. Her wiha peyameke wî bo xwediyên kûçikan jî heye.

Rêveberê Tendirustiyê ya Siwêregê Bîlal Yildiz got, “Nexweşiya harbûnê ji gilîz û tifa ajelên ku enfekte bûne bo mirovan tê veguhestin û virûseke dibe sedema mirinê. Virûsa harbûnê bi rêya gezkirinê dikare bo mirovan bê veguhestin. Nexweşiya harbûnê yek ji wan nexweşiyan e ku divê zû çareseriya wê bê kirin. Gelekî girîng e ku xwediyên ajelan jî ajelên xwe li dijî virûsa harbûnê vaksîn bikin. Eger kuçikên berdayî jî êrîş bikin an jî bûyereke ne pêşbînîkirî çêbû divê tekez rêveberiya çandinî û daristanan, rêveberiya tendirustî û tîmên şaredariyê bên agahdarkirin. Ji ber ku pişkinîna pêşwext jiyanê rizgar dike.”

Tîmên şaredariyê jî niha hewil didin hemû kuçikên li taxê vaksîn bikin. Vê rewşê welatiyên Sêwregê nîgeran kirine.

Ji ber li navçeyê welatiyekî 28 salî ku mehek berê ji aliyê kuçikê xwe ve hatibû gezkirin bi nexweşiya harbûnê ketibû û piştî mehek ji çareseriya li nexweşxaneyê roja Çarşemê canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst