Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parastina berjewendiyên Kurdan bang li Biden kir

15-07-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Kurd Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Rojhilata Navîn dike û dibêje, “Hêvî dikim di gotûbêjên xwe de qurbaniyên xelkê Kurdistanê yên li dijî terorîzmê jibîr neke.”

Di daxuyaniyekê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, ew piştrast e ku serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden a bo Rojhilata Navîn tekezî li ser bihêzkirina têkiliyên wê navçeyê bi Amerîkayê re dike û dibêje,“Ez hêvîdar im mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li Iraqa Federal bên naskirin û bên parastin.”

Mesrûr Barzanî behsa mafê Herêma Kurdistanê ji bo sûdwergirtina ji çavkaniyên enerjiyê jî kiriye û ragihandiye: “Hêvî dikim mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, di nav wan de jî sûdwergirtina ji çavkaniyên enerjiyê ku Amerîkayê weberhênaneke mezin di vê sektorê de kiriye, were parastin. Ez hêvîdar im mafên me yên destûrî nebin qurbaniya milmilaniya aliyên siyasî yên Iraqê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiyê de gotiye: “Tê bîra min, çend sal berê, me ligel Serok Biden bi hev re gotûbêj kir û rola Biden heye di destkeftên gelê Kurdistanê yên piştî sala 2003an de, ji wê dema ku kongresman bû û heta gihîşte Serokatiya Amerîkayê bi awayekî berdewam pabendbûna xwe li beramber Kurdistanê nîşan daye.”

Di beşeke di a daxuyaniyê de tê gotin, “Niha ji hemû deman bêhtir ji bo seqamgîrî û asayîşa Iraq û Herêma Kurdistanê, girîng e ku destûr navbeynkar be. Ez ji hevbeşên me yên li welatên Kendavê û ji Serok Biden daxwaz dikim, piştevaniya vê prensîpê bikin û di lûtkeya welatên Encûmena Alîkariya Kendavê de vê piştevaniyê bi zelalî bigihînin.”

Bi gotina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistan di pêkanîna seqamgîrî, asayîş û xweşguzeraniya li Iraq û navçeyê de rola xwe dilîze û dibêje, “Ev di berjewendiya me hemûyan de ye, lê belê ev pêşketina ku me di salên borî de bidest xistiye, niha di bin gefê de ye, û divê em bi hev re ji bo rastkirina rewşê bixebitin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa hewldanên Joe Biden ji bo Herêma Kurdistanê dike û dibêje, baweriya wî bi serkeftina Herêma Kurdistanê hebûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst