Li Silêmaniyê şewat; Du hevjînan jiyana xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Serê sibeha îro, ji ber bûyereke agirpêketinê li bajarokê Bekreco ya ser bi Silêmaniyê ve, du hevjînan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîdar bû.

Rêvebirê Navenda Hawarhatina Bilez a Silêmaniyê, Saman Nadir îro ji Rûdawê re ragihand, “demjimêr 5:30 serê sibeha îro Înê, piştî ku em hatin agahdarkirin ku li bajarokê Bekreco agir derketiye, tîmên me gihîştine cihê bûyerê û derket ku agir bi malekê ketiye û bi sedema wê jî jin û mêrekî jiyana xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.”

Saman Nadir derbarê kesê birîndar de got, hîna nayê zanîn ew kes kî ye, lê dibe ku di dema bûyerê de ji bo alîkariya malbatê çûbe.

Derbarê nasnameya wê jin û mêrê ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, Rêvebirê Navenda Hawarhatina Bilez a Silêmaniyê diyar kir, “navê zilam Muhsin Ehmed û 39 salî ye û hevjîna wî jî navê wê Sîvan Husên û 38 salî ye.”

Saman Nadir tekez kir, termên her du kesan rakirin Pizîşkiya Dadê ya Silêmaniyê û piştî pişkinînan radestî malbatên wan hatin kirin.

Bi gotina Saman Nadir, sedema şewatê hêj nehatiye zanîn, lê tîmên wan lêkolînên xwe destpê kirine.