Li Şingalê artêşa Iraqê dest bi ser hin çekên giran de girt

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Iraqê li navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê dest bi ser cebilxaneyeke çekên giran de girt.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê roja Pêncşembê 14ê Tîrmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Iraqê li sînorê navçeya Şingalê dest bi ser 84 gulleyên hawan ên 81 û 82 mm û hin teqemeniyên din de girtiye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ew teqemenî di nava otomobîlekê de bûn ku yekîneya istixbaratê ya Firqeya 20 a Artêşa Iraqê di kemînekê de bi alîkariya yekîneya istixbarat û dijî terora Şingalê dest bi ser wê otomobîlê de girt.

Li gor daxuyaniyê, ew teqemenî ji nav parêzgeha Neynewayê ber bi nahyeya Sinûnê ya Şingalê ve dihat veguhastin.

Nahyeya Sinûnê yek ji wan cihên li Şingalê ye ku bandora Yekîneyên Berxwedanê Şingalê (YBŞ) lê zêde ye ku hêzeke ser bi PKKê ve ye.

Di destpêka meha Gulanê de li Şingalê di navbera hêzên artêşa Iraqê û YBŞê de alozî û şer derketibû û di encamê de ji herdu aliyan kuştî û birîndar hebûn. Paşê bi serdana şandeke leşkerî ya Iraqê, rewş li navçeyê aram bibû.

Herwiha hêzên Iraqê posterê Abdullah Ocalan jî li navenda bajarê Şingalê rakiribûn û li cihê wê ala Iraqê bilind kiribûn.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê herwiha destnîşan kiriye ku du kesên di otomobîlê de hatine desteserkirin.