HezKurd dê li 8 parêzgehan ji bo mamosteyên Kurdî daxuyaniyê bide

15-07-2022
RÛDAW
Nîşan HezKurd Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ragihand ku bi armanca nerazîbûna dijî damezrandina tenê 3 mamosteyên zimanê Kurdî dê li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Li gor agahiyan HezKurd dê roja Şemiyê 16ê Tîrmeha 2022an di demjimêr 15:00an de li 8 parêzgehan daxuyaniyekê bide û derbarê biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê de nerazîbûna xwe nîşan bide.

Berî çend rojan Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ragihandibû ku dê 20 hezar mamosteyên nû bên wergirtin û ji 20 hezar kontenjanan tenê 3 cih bo mamosteyên zimanê Kurdî hatine diyarkirin.

HezKurdê li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê vê biryarê de peyamek belav kir û dibêje, “Roja Şemiyê demjimêr 15:00an de li gelek bajarên Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê ku Kurd lê dijîn dê HezKurd daxuyaniyê bide. Mijar jî ev in:

Terxankirina tenê 3 mamosteyên Kurdî, astengiyên li pêş dersên bijarte yên Kurdî, daxwazên saziyên sivîl bo zimanê Kurdî.”

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, bo ziman û edebiyata Erebî 175, bo Îngilîzî 1004 û bo Almanî 1 mamoste kontenjan diyar kirine. Lê ji 20 hezar kontenjanan, ji bo zimanê Kurdî ku li Tirkiyê zimanê duyem ê axaftinê û li Bakurê Kurdistanê zimanê yekem û zimanê resen ê xelkê ye, tenê 3 kontenjan diyar kirine. Ji wan 3 kontenjanan jî, 2 ji bo zaraveya Kurmancî û yek jî bo zaraveya Dimilkî anku Zazakî ye.

Kampanyaya ku bi pêşengiya Însiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) li ser medyaya civakî bi taga #Kurdceye200EkAtama hat destpêkirin û di demeke kurt de rastî eleqeyek mezin hat û bû TT.

HezKurd, Însiyatîfa Mamosteyên Kurd, Platforma Mamosteyên Kurd, HAK-PAR, gelek rojnamevan, dîroknas û siyasetmedar piştgirî dane kampanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst