Hewlêr (Rûdaw) – Platforma Zimanê Kurdî (PZK) îro Înê salvegera koça dawî ya afirînerê alfabeya latînî ya Kurdî û kovara Hawarê, Mîr Celadet Elî Bedirxan bi daxuyaniyekê bi bîr anî û sersaxî ji ji hemû gelê Kurd re xwest.
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) di daxuyiyaniya xwe de got, “Baş tê zanîn ku Mîr Celadet Elî Bedirxan di şert û mercên gelek dijwar de xatir ji Kurdan xwestibû. Piştî xebateke dûr û dirêj, kedeke bê westan, bawerî bi doza gelê xwe, giringdayîna ziman, kultur û karê rewşenbirî Mîr Celadet Elî Bedirxan jî weke hemû rewşenbirên Kurd, bi kesereke kûr di ser dil de ji nava Kurdan bar kiribû.”
PZKê her wiha anî ziman, “Karê ziman karekî hevbeş e û bê xebata siyasî qet nabe. Ji ber wilo em weke PZK dibêjin; welatperwerî bê zimanê Kurdî nabe. Siyaseta Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Nasnameya Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Têkoşîn ji bona mafê Kurdan bê zimanê Kurdî nabe. Kurdbûn bê zimanê Kurdî nabe. Zimanê Kurdî di nava tevgera Kurdî de divê bibe rengê hemû Kurdan. Ji ber ku zimanê Kurdî bi rastî hebûna me ye. Hebûna neteweya me ye. Bi wan hest û ramanan em roja koça dawî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan bibîr tînin. Sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin û dubarê dibêjin: Xebat ji bona zimanê Kurdî her berdewam e!”
Celadet Elî Bedirxan kî ye?
Celadet Elî Bedirxan, de 26ê Nîsana 1893an de li bajarê Stenbol a Tirkiyê hatiye dinyayê. Ew siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê Kurd bû. Celadet kurê Emîn Elî Bedirxan û Senîha Xanimê ye.
Celadet Elî Bedirxan yek ji kurên malbata mezin a Kurdan Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna Kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê Kurdî de gelek xebitiye, li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeya Kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet Elî Bedirxan beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû. Ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate sirgûn kirin.
Ji bilî zimanê Kurdî, Mîr Celadet Elî Bedirxan bi van zimanên Ingilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî jî dizanibû. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
Dema Celadet Elî Bedirxan ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî di wan salan de di nav tevgera Kurdan da jî cihekê girîng digirt.
Li rojên sirgûniya Şamê Celadet Elî Bedirxan dest bi karê zimanzanî û afirandina elfabêya Kurdî kir. Li gor fikra Celadet, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfabeyan gihîşt hindê ku elfabeya Latînî dikaribû ji bo nivîsîndina Kurdî jî bi kar bîne. Ji xwe ew ji sala 1919an ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.
Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî re lazim bû. Di sala 1931an de ji dewleta Fransî destûr wergirt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.
Piştî amadekariyan, 15ê Gulana 1932an hejmara yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet Elî Bedirxan ew bû ku alfebeya Kurdî ya latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfabeya Kurdî çend name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine lê mixabin tu bersiv wernegirtiye.
Celadet Elî Bedirxan di sala 1935an de li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê re zewicî. Rewşen Xanimê wê demê mamostetî dikir.
Mîr Celadet 15ê Tîrmeha 1951an li gundê Hêcanê yê nêzî paytexta Sûriyê Şamê koça dawî kir û cenazeyê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxan li Goristana Mewlana Xalidê Nexşîbendî li taxa Kurdan ya li Şamê hate veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse