Çavkaniyekî YNKê: Di mala Celal Talebanî de sîxur hatiye girtin

15-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyayên YNKê ji zarê çavkaniyekî pilebilind ê vê partiyê ragihandin, “di nava mala Celal Talebanî de li Debaşanê sîxur hatiye girtin û wî sîxûrî îtîraf kiriye, ku ji bo hevserokê berê yê YNKê kar kiriye û hatiye bikaranîn ji bo armancên taybet û derblêdan li berjewendiyên bilind ên YNKê.”

Heta niha li ser vê mijarê ti zanyarî û hûrgilî nehatine belavkirin, lê di nûçeyên medyayên YNKê de hatiye nivîsandin ku dê zanyariyên zêdetir ragihînin.

Ragihandina girtina sîxurek di nav mala Celal Talebanî de, piştî wê yekê tê ku di navbera herdu hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî de nakokî derketin.

Roja Pêncşemê 8ê Tîrmeha 2021 nakokî û aloziyên navbera herdu Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bi zelalî derketin holê, dema ku Bafil Talebanî biryara guhertina serokên herdu saziyên ewlehiyê yên sînorê Silêmaniyê, Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê da.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst