Îbrahîm Şêxo: Termên li Efrînê hatine dîtin ne yên goreke bikom in

15-07-2021
RÛDAW
Li nava bajarê Efrînê, goristanek hate dîtin ku termê 35 kesan têde bû.
Li nava bajarê Efrînê, goristanek hate dîtin ku termê 35 kesan têde bû.
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Gora Bikomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê, goristanek hat vekirin û 35 term jê htin derxistin. Di tiwîtekê de, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ev yek wekî tawaneke PKK-YPGê nîşan da, lê Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê Ibrahîm Şêxo red kir ku ev goristaneke bikom be.

Li nav bajarê Efrînê, goristanek hat vekirin û 35 term jê htin derxistin. Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev goristan li nav hewşa mala welatiyekî Kurd li pişt baregeha Encûmena Xwecihî ya Efrînê hatiye vedîtin. Heman çavkaniyê diyar kir ku, ev term berî dagîrkirina bajarê Efrînê hatine veşartin.

Di tiwîtekê de, Wezareta Berevaniya Tirkiyê, bêyî ku tu zanyarî û hûrgiliyan bide, ev yek wekî tawaneke PKK-YPGê nîşan da. Medyaya ser bi opozisyona Sûriyê jî ew goristan wek “goristaneke bikom” bi nav kir, lê, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov-Efrîn Ibrahîm Şêxo, ku xelkê Efrînê ye û di dema êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de li Efrînê bûye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re red kir ku ev goristaneke bikom be.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efîrnê Ibrahîm Şêxo got: “Em wek Rêxistina Mafê Mirovan dibêjin, ev goristan piştî êrişên Tiriyê û çekdarên Sûriyê yên girêdayî wê di sala 2018an de ji ber ku xelkê nekarin miriyên xwe li cihekê din veşêrin, hate vekirin. Ew ne goreke bi komî ye, têde herkes hatine veşartin.”

Şahidhalekî ji nav bajarê Efrînê, ku ji bo sedemên emnî xwest em nasnameya wî aşkere nekin, di tomareke dengî de, ku ji bo Rûdawê hatiye şandin, got termên 35 heta 40 kesan hene, hîn di destpêka şer de, dema ku êdî nikarîbûn bibin cihê şehîdan, erdeke vala li pişt Encûmena Xwecihî hebû, ew hemî li wir bi hev re veşartin.Bi gotina wî ew dever kolan, û hemû veşartin, ew hemî yên ku di dema şer de, di destpêka şer de, mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst